defter

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Deftereke vekirî.

defter

  1. Notname, lênivîsk, tênivîsk,
    kitêba vala ya mirov tê de tiştan dinivîse yan wêneyan li ser çêdike.
  2. (devkî li Başûrê Kurdistanê) deh hezar dolar
  3. (Rojhilata Kurdistanê) nivîsgeh, daîre, bûro, ofîs: mekteba siyasî (polîtbîro).

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Vê dewlemendiya surprîz gelek diyarde bi xwe re anîn. Yek ji wan diyardeya ‘rewşenbîrên defteran’ bû (DEFTER têgehek başûrî ye, tê wateya 10 hezar dolar). Bi dehan ‘rewşenbîrên’ Kurd yên li derveyî Kurdistanê xwe li Hewlêr û Silêmaniyê girtin û ‘qezencikirina çend defteran’ ji xwe re kirin armanc. Hinekan projeyên xwe yên ‘Kurdewer’ mîna nivîsandina ‘romanekê li ser tekoşîna Berzaniyan’ diyar kir. Hinekên din jî gotin emê bi ‘defterên’ Wezareta Rewşenbîrî ya Başûr, kovaran çap bikin û pirtûkan bi Kurdî belav bikin. Hinekan jî çavê xwe bera karê di TV’yê û saziyên ragihandinê yên fermî û taybet yên başûriyan de dan. Hinekên din jî rojname ava kirin û ji bo ‘bi hêzkirin û belavkirina hizra Berzanî di nava Kurdan de’ rojname derxistin. — (Tariq Hemo: TRT 6 û rêbaza Barzanî, Lotikxane.com, 10/2009)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji yûnanî διφθέρα (difthéra) (difțêra: defter), bi rêya erebî دفتر‎ (defter) ku ew bi xwe jî bi rêya aramî ܕܦܬܪܐ / דפתרא (diftra) ji yûnanî hatiye. Heman peyv di soranî de wek ده‌فته‌ر(defter), di farisî de wek دفتر(defter) û di tirkî de jî wek "defter", di azerî de wek dəftər, di îbranî de wek דפתר (defter), di tirkmenistanî de wek depder, di kazaxî de wek дәптер (deptêr)... bi cih bûye.

Anagram[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Zazakî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

defter

  1. Defter.

Teteriya krîmî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

defter

  1. defter

Tirkî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

defter

  1. Defter, notname, lênivîsk, tênivîsk.