Here naverokê

caw

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]
Hin cawên rengîn.

caw n

  1. Kereseyê cilan; tiştê cilik jê tên çêkirin.
    Hevmane: cang, qumaş, çît, fason, kemxe, kisûr, pirtî, pirtû, pate, paçe, xak
    • paşê jî cawê kesk bi ser textî de berba dikir — (Înan Eroglu: Têbîniyek, Avesta, 2019, r.36)
    • Cilik û Caw, Can û Canan, Car û Carna li hev dikin — (Aram Gernas: Baxçeyê Zarokan, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, 2008, r. 16)
    • Û bi şev ewan cawan wiha bi dirêjayî raxîne... — (1857, Mela Mûsayê Hekarî, amadekariya Hêmin Omer, Durrû’l Mecalîs, di 2022 de hate weşandin, rûpel 99)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina caw
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî caw caw
Îzafe cawê cawên
Çemandî cawî cawan
Nîşandera çem. cawî wan cawan
Bangkirin cawo cawino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cawek cawin
Îzafe cawekî cawine
Çemandî cawekî cawinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî, hevreha din ya kurmancî cang, herwiha hevreha جامه (camê, gumlek, kiras) ya farisî, come ya lûrî, şewî ya kelhûrî جامه (camê) ya farisî di eslê xwe de maneyeke berfirehtir heye, wek di peyvaپاجامه (paycamê)/پايجامه (paycamê, pîjame, derpê, cilê lingan/piyan) ku ji farisî bi rêya hindî ketiye îngilîzî (pyjamas) û li dinyayê belav bûye.

Veguherîna dengê m/v/w/b di navbera kurdî û farisî de diyardeyeke naskirî û berbelav e. Lê herwiha "ç/ş/c" jî carinan vediguherin, wek kurmancî "çûn", zazakî "şiyene", farisî "şûden". Rast e ku maneya "çûn" û "şûden" ji hev cuda ye lê rehê wan eynî ye.

Heta "cil" jî dikare hevreha "caw, camê, come, şewî" be. Eger wisa be, bingehê peyvê divê demekê *yaml bûbe. Di peyva "caw, camê, come, şewî" de "m"hatibe parastin û "l" ketibe û di "cil" de jî "m" winda bûbe û "l" hatibe parastin.

Belkî ji proto-hindûewropî *ḱam- (cil, caw, cang) ku ihtimal e herwiha serekaniya peyva qemîs e (bi rêya erebî ji latînî) û peyva îngilîzî hame e.

Bide ber

[biguhêre]

Binere herwiha

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

caw m

  1. (Pêrtag) Guhartoyeke cewab (bersiv).
    Min cawa wê/wî da.

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng (DYA): guhdar bike(file)

Lêker

[biguhêre]

caw

  1. Qaj, qajeqaj, qir qirê kirin[1].

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Ferhenga Kurdî-Îngîlîzî ya Salah Sadallah