kiras
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]| Tewandina kiras | ||
|---|---|---|
| Zayenda nêr a binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | kiras | kiras |
| Îzafe | kirasê | kirasên |
| Çemandî | kirasî | kirasan |
| Nîşandera çemandî | wî kirasî | wan kirasan |
| Bangkirin | kiraso | kirasino |
| Zayenda nêr a nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | kirasek | kirasin |
| Îzafe | kirasekî | kirasine |
| Çemandî | kirasekî | kirasinan |

kiras n
- cilê dirêj yê yek parçeyî yê ji milan ta lingan digire
- Bû pêkenînê alemê
Havêt kirasê rûmetê
Rûmet hebû ew bê qiyas — (Feqiyê Teyran, , ~1620) - Wekû dinê di nêva Ekradan da melayêd wan, kirasêd herbê (cengê) çêdikin. Ji cawî hemû dinvisin weqf û tilsim ewan kirasan axa û 'egîd -'egîtêd- Ekradan bi pêncsed û hezar qurûşan dikirin û roja cengê di bin cilêd xwe da nî werdigirin û diçine herbê. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, ~1858, sala weşandinê: 2010, r. 128, ISBN 9789944360678)
- Bû pêkenînê alemê
- gumlek, qemîs
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
- mask kirin, xefkirin
- Zext, astengî û êrîşên li ser çapemeniyê bi fîstan û kirasên zagonî yên hikûmetê rewa dikin. Yên kêmasiya serokomar, wezîr û rayedarên hikûmetê tînin ziman, dibin hedef. — (16.03.2020, Zextan bi kirasên zagonî rewa dikin [arşîv], xwebun.org)
Bide ber
[biguhêre]Jê
[biguhêre]- (Lêker) kiras kirin
- (Navdêr) kiraskirin
- (Rengdêr) kiraskirî
- binkiras
- hevalkiras
- kirasê kurdî
Etîmolojî
[biguhêre]Hevreha soranî kiras, farisî kirbas, kerbas, kerpas, pehlewî kirpas, bi rêya aramî ܟܪܒܣܐ (kerbasa) ji yûnanî κάρπασος (kárpasos). Herwiha bide ber avestayî kihrp (leş).
Werger
[biguhêre]- Erebî: ?الثوب → ar, ?الجلباب → ar, ?السربال → ar, ?العطاف → ar, ?الكساء → ar, ?اللوط → ar, ?رداء → ar
- Farisî: پیراهن → fa, لباس → fa
- Îngilîzî: dress → en, garment → en, ?blouse → en, ?clout → en, ?vesture → en, ?weft → en, ?fig → en, ?vestment → en
- Îtalî: abito → it n, vestito → it n
- Tirkî: ay başı → tr, fistan → tr, gömlek → tr, kaplama → tr, entari → tr, kisve → tr, şömiz → tr
Navdêr
[biguhêre]kiras
- qaqlîbaz, şehing
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]