beg

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî beg beg
Îzafe begê begên
Çemandî begî began
Nîşandera çemandî begî wan began
Bangkirin bego begino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî begek begin
Îzafe begekî begine
Çemandî begekî beginan
Begekî brîtanî (lord).

beg nêr

  1. axa, mîr, feodal, zadegan, malmezin, esilzade, xanedan, sergewer, arîstokrat, tovrind
  2. hêja, birêz, rêzdar, efendî
    (tenê ji bo zelaman)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *bʰágo- (xweda, xwedawend, hêja, rêzdar - belkî ji *bʰag-: xwarin anku *bʰágo- dibe rizqder, xwedîker), proto-îranî *bege-, hevreha 𐎲𐎥 (bege: xweda) ya farisiya kevn, भग (bhága: hêja, rêzdar, efendî - bernavekî xwedayan) ya sanskrîtî, бог (bog: xweda) ya rusî û peyvên nêzîkî wê di hemû zimanên slavî de. bey ya tirkî ji zimanekî îranî hatiye wergirtin û tê de 'g' bûye 'y' wek di peyva diğer (bixwîne: diyer) de jî ku ji dîger ya farisî ye. Herwiha peyvên tirkî ağabey, begüm, beğenmek, albay, bay, bayan, subay, yarbay ji heman rehê îranî ne. Bexda ji heman rehî ye.

Werger[biguhêre]

Îngilîzî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

beg

  1. hîvî jê kirin, xwestin, daxwaz kirin, parsekî kirin

Manksî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

beg

  1. biçûk

Slovenî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

beg

  1. bez, bazdan, bezîn
  2. fir, firîn

Volapûkî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

beg

  1. parsekî