Here naverokê

şano

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tiyatroyeke ku şano lê tên pêşkêşkirin.

şano m

  1. piyes, zarvekirin, berhema tiyatroyê,
    berhema zarvekirinê ya ku lîstikvan bi xwe li pêş temaşevanan lîstika xwe pêşkêş dikin.
    William Shakespeare gelek şanoyên navdar nivîsîne. Bijareya min Hamlet e.
    Şagirdan şanoyek xweş pêşkêş kir.
  2. Tiyatro, şanogeh, cihê ku ew zarvekirin lê têt pêşkêşkirin.
    Gelek şano li vî bajarî hene.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina şano
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şano şano
Îzafe şanoya şanoyên
Çemandî şanoyê şanoyan
Nîşandera çem. wê şanoyê wan şanoyan
Bangkirin şanoyê şanoyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şanoyek şanoyin
Îzafe şanoyeke şanoyine
Çemandî şanoyekê şanoyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Deyn ji soranî شانۆ (şano), ji tirkî şano ji îtalî scena /ˈʃɛː.na/ (şêna: bûyergeh) yan kurtkirina scenario ji latînî scaena yan scaenarium ji yûnanî σκηνή (skiní) (skênê: çadir, kon; sehne) ji rehekî samî, ihtimalen ji fenîkî [Peyv?], bide ber îbranî שכנ (ş-k-n-) û erebî سكن (s-k-n-: sekinîn, man, li cihekî jiyan) ku herwiha serekaniya peyvên sekinîn, sekinandin, sakin, mesken û miskîn e jî. Heman peyv wek senaryo jî ketiye kurdî. Bi îngilîzî jî scene û scenario ji eynî peyvê peyda bûne. Wek din jî piraniya peyvên têkilî hunera pêşkêşkirinê ji îtalî hatine: tiyatro, soprano, piyano, çelo, alegro. Di tirkî de şano ya ji îtalî niha cihê xwe daye piyes ya ji fransî ku ew jî bi rêya tirkî ketiye kurdî jî.

    Werger

    [biguhêre]

    Anagram

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    şano

    1. sehne, dîk
      • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), O. V. Kanık:
        Bir sevdiğim şanoda şarkı söyler
        Biri yanıbaşımda
        İçer içer, ötekini kıskanır.
        (ji kerema xwe tercimeya kurmancî ya vê jêgirtinê binivîsin)

    Etîmolojî

    [biguhêre]

      Ji îtalî scena.