Here naverokê

xwendin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
xwendin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -xwîn-
RP.
Niha
ez dixwînim
tu dixwînî
ew dixwîne
em, hûn, ew dixwînin
Fermanî Yekjimar bixwîne
Pirjimar bixwînin
Rehê dema borî: -xwend-
RP.
Boriya
sade
min xwend
te xwend
wê/wî xwend
me, we, wan xwend
Formên din: Tewîn:xwendin
Du kes pirtûkekê dixwînin.

xwendin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Herfên nivîsî bi deng yan di dilê xwe de gotin.
    Ez vê pirtûkê dixwînim.
    • 1998, tercimekirina Serdar Roşan, Çîrokên Hezar û Şevekê, weşanên Nûdem:
      Keçikan ji hemalî re got: "Here tiştê ku li ser derî nivîsandiye, bixwîne.!"
    • 2021 gulan 4, Seîd Veroj, “Mesûd Fanî (Dr. Mesûd Fanî Bîlgîlî)”, li ser Rûpela nû‎[1]:
      Xezeteyên Kurdî yên li Stenbolê derdiketin bên îstisnakirin, xezeteyekî millî û wetenî yê ku yekemîn car li Kurdistanê hatîye neşirkirin, ew jî xezeteya Zarê Kirmancî ye, ku min xwendîye.
  2. Xwe fêr kirin.
    Wî fransî xwendiye.
    • 1998, tercimekirina Serdar Roşan, Çîrokên Hezar û Şevekê, weşanên Nûdem:
      Min Quran û heft çîrokên wê, pirtûkên gir yên zanayên mezin xwendine; min ilmê stêrkan xwendiye; min gotinên şaîran xwendine. Bi kurtî: Min wisa bi zanabûn û daxwaz ilim xwendiye ku ez bi rehetî dikarim bêjim, ez ji hevdemên xwe xwendetirim.
  3. Li fêrgehekê wek ders hebûn.
    Em li dibistanê kurdî, dîrokê, matematîkê û biyolojiyê dixwînin.
  4. Stirîn, stiran gotin.
    Bilbil li ser sorgulan dixwînin.
  5. wîçîn, wîtîn, fîtîn ji bo firende, teyr û tûran û kêzikan
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Kevokê berkurka xwe dagirt, dest bi xwendinê kir û di hundurê odê de çû û hat.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
    Bête xwendin ger li avê û vexwit
    Rehmî nazil cumleê 'îlet dibit
  • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
    Herkesê Şêx lê bixwînê
    Nexweşê hal tê nemînê

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji proto-hindûewropî *swen- (“deng dan, deng jê hatin; gazî kirin”), proto-îranî *hwen, avestayî: xven-, partî: xw'n-, pehlewî: xw'n-, sogdî: xw'n-, farisî: خواندن (xvanden - rehê dema niha -xan-), osetî: xwinîn, belûçî: wan-, kurmancî: xwendin /-xwîn-, soranî: خوێندن (xiwêndin) (xwêndin - rehê dema niha -xwên-), hewramî: wanay / -wan-, zazakî: wendene (rehê dema niha -wen-), sanskrîtî: sveneti- (deng dan, deng jê hatin), latînî: sonus, sound, sonic (deng), almanî: Schwan (qû - ji ber dengê xwe), îngilîzî: swan (qû)

    Çavkanî:
    • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpel 144,
    • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 88,
    • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

    Bide ber

    [biguhêre]

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    xwendin m

    1. Gotina tiştên nivîsandî bi deng yan di dilê xwe de.
      Xwendina kitêban.
      Xwendina qanûnê.
      • 2021, Salihê Kevirbirî, “Hosteykî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn”, li ser Nûbihar‎[2], hejmar 150, rûpel 50:
        Lê mixabin li Qefqasya, Rûsya û Asya Navîn rewşa xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî pir kêm e. Di vî warî de rola saziya Berbangê, kovara Nûbarê û rojnameya Jiyana Kurd gelekî girîng e. Lê diyar e ev xebat têrê nake.
    2. perwerde, talîm, terbiyet

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina xwendin
    Zayenda mê ya binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî xwendin xwendin
    Îzafe xwendina xwendinên
    Çemandî xwendinê xwendinan
    Nîşandera çem. wê xwendinê wan xwendinan
    Bangkirin xwendinê xwendinino
    Zayenda mê ya nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî xwendinek xwendinin
    Îzafe xwendineke xwendinine
    Çemandî xwendinekê xwendininan

    Werger

    [biguhêre]