qebilandin

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Lêker[biguherîne]

qebilandin (lêkera gerguhêz)
Raya dema niha: –qebilîn–
RP.
Niha
ez diqebilînim
tu diqebilînî
ew diqebilîne
em, hûn, ew diqebilînin
Fermanî Yekjimar biqebilîne
Pirjimar biqebilînin
Raya dema borî: –qebiland–
RP.
Boriya
sade
min qebiland
te qebiland
wê/wî qebiland
me, we, wan qebiland
Formên din:1rightarrow.png Tewandin:qebilandin

qebilandin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. bi tiştekê/î razî bûn
    • Divê em biqebilînin ku zimanê kurdî giringtirîn nîşana kurdbûnê ye.
  2. tişta/ê tê pêşkêşkirin wergirtin
    • Wî diyariya min neqebiland. (Nexwest wergire yan pê razî nebû.)
  3. bersiva erênî anku pozîtîv dan venxwendinekê anku dawetekê yan sparîşekê anku teklîfekê
  4. destûr dan anku dan tiştekê/î bêyî ku dijî wê / wî derkeve
    • Wan neqebiland ku ez biçim.
  5. bawer kirin
    • Ew hebûna Xwedê naqebilîne. (Ew bawer nake ku Xwedê heye.)
  6. bi gotin yan bi dengdanê yan bi îmzayê gotin "baş e"
    • Perlemanê qanûnek nû qebiland.
  7. berpirsiyarî girtin ser milên xwe
  8. xebitandin: Makîneya nû karteyên kevn naqebilîne.
  9. destûr dan anku dan ku kesek beşdar bibe
    • Gelo ewropî dê biqebilînin ku Tirkiye bibe endamek Yeketiya Ewropayê?

Herwiha[biguherîne]

Hevwate[biguherîne]

Nêzîk[biguherîne]

Têkildar[biguherîne]

Ji[biguherîne]

qebûl + -andin

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qebilandin qebilandin
Îzafe qebilandina qebilandinên
Çemandî qebilandinê qebilandinan
Nîşandera çemandî wê qebilandinê wan qebilandinan
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qebilandinek qebilandinin
Îzafe qebilandineke qebilandinine
Çemandî qebilandinekê qebilandininan

qebilandin

  1. Wateya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn wateya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger[biguherîne]