Here naverokê

cax

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈd͡ʒɑːx/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: cax
[biguhêre]

cax m

  1. Dîwarê yan şîşên ku li balkonan yan banan yan piran hene daku mirov jê nekeve.
    Hevmane: parapet, kupeşte, şifşe
    • ... kewê min ê gozel ê gogerçîn xwe dabû ser caxê pencerê kir guhdarî... — (2018, amadekariya Ömer Güneş & İbrahim Şahin, Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2, çapa 3an, Nûbihar, →ISBN, rûpel 536)
    • Min serê xwe hilda û li orta caxê hesin nêrî: Ew pisîka han bû, li wir. — (2023, Înan Eroglu, Heft û Heştên Mirinekê, Pall Weşan, rûpel 46)
    • Hêlîna xwe çêkiriye li ser caxê vê eywanê... — (2018, amadekariya Mahmut Beğik, Reso Şahê Dengbêjan, çapa 3an, →ISBN, rûpel 119)
  2. Gihayeke ku der bihara tê çinîn û xwarina wê tê çêkirin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina cax
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cax cax
Îzafe caxa caxên
Çemandî caxê caxan
Nîşandera çem. caxê wan caxan
Bangkirin caxê caxino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî caxek caxin
Îzafe caxeke caxine
Çemandî caxekê caxinan

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Bide ber

[biguhêre]

Binêre herwiha

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

cax

  1. (amûr) kêr, kêrik