tecela

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. diyarbûn, berçavbûn, xuyabûn, aşkirabûn
    (bi taybetî li gor Qur'anê xwenîşandan Xwedê bo Mûsa pêxemberî li çiyayî Sînayî)

Herwiha[biguherîne]

Têkilî[biguherîne]

Ji wêjeyê[biguherîne]

Amraza nasîn û peydakirin heqîqetê di felsefê de hiş û belgevehênan e: Lê di irfanê de evîn e. Arif evîndarê tecelaya nûra Xwedê ye û dixwaze di vê rêkê de bigihîje Xwedê, lê fîlosof kemala mirovaniyê di wê hindê de dibîne ko hemû tiştî li rêka aqil û zanistê dest xwe ve bîne, lê arif hêvîdar e ko pê fenaya xwe di heq de bekaya ebedî, yanî manewa herehereyî dest xwe ve bîne û weke dilopekî bighîje deryayê û di gel deryayê bibe yek. Em evê hindê di serbihuriya Mem û Zînê de dibînin. Evîn û evîndarî di rêbaza irfanê de binêşe ye. Evîn sermaya herehereyî û kaniya ava heyatê ye ji arif re. Maşûqa arifan Xweda ye, aşiq gerek e di vê rêkê de dest ji dinyayê û tewanî tiştên wê ye nefsanî ve cismanî bikişîne, ta bigihîjin Xwedê. Dilê arif cîhê tirîşkdanewe û çilvilîna nûr û ronahiya Xwedê ye, ewe ye ko pişka zor e arifan çîrok û serhatiyên irfanî û evîndariyê yan helbestên evîndariyê nivîsîne. Ehmedê Xanî jî yek ji wan arifan e ko hem bi xwe evîndar bûye hem jî ji çîroka evîndariyê bi şêweyek irfanî afirandiye.

(Perwîz Cîhanî: Irfan di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de)

Ji[biguherîne]

ji erebî تجلي (tecellî: diyarbûn), hevreha aramî תגלא (tegella), ji te- + جلاء (cilai: ronahî, geşî) ji جلا (cela: biriqîn, teyisîn, geş bûn, ronahî dan), ji eynî rehî: cilwe.