Here naverokê

spêde

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]
Tewandina spêde  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî spêde spêde
Îzafe spêdeya
spêda
spêdeyên
spêdên
Çemandî spêde
spêdê
spêdeyan
spêdan
Nîşandera çemandî spêde
spêdê
wan spêdeyan
wan spêdan
Bangkirin spêde
spêdê
spêdeyino
spêdino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî spêdeyek
spêdek
spêdeyin
spêdin
Îzafe spêdeyeke
spêdeke
spêdeyine
spêdine
Çemandî spêdeyekê
spêde
spêdeyinan
spêdinan

spêde m

  1. Destpêka rojê, dema roj hiltê, dema mirov ji xewê şiyar dibin.
    Dijmane: êvar
    Ji spêdeya zû ve me dest bi kar kiriye.
    Min spêdê zû têşt xwar.
    Hemû spêdeyan sporê dikim.
    Saet heftî spêdê ez diçim mektebê.
    • Berê spêdeyê zû babê wê ji xew rabû, mehîn bire ser avê û anî (...) — (Sidqî HirorîKurê Zinarê Serbilind, Weşanên Nûdem, Stokholm, 1996)
    • Firaqê, şev bi axir çû
      Spêde kifş-i bû dîsa
      Merîxa nehsê ava bû
       — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *ḱweyt- (biriqîn, geş bûn) (*kw- ya proto-hindûewropî di zimanên arî dibe çv, dûv re sv û taliyê sp). Bo zêdetir agahiyan binere spî.

Hevreha pehlewî spêtek, têkildarî spî ku bi pehlewî spêd û bi avestayî speête bû û bi farisî sepîd / sipîd / sefîd / sifîd e.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]