ramûsan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

ramûsan

  1. maç kirin, ramûsandin,
    lêvên xwe li leşê kesekê/î yan li tiştekê/î dan (bi taybetî bo hezkirinê yan silavkirinê): Eniya dayika xwe ramûsand.
    (du kes) lêvên xwe li yên hev dan (bi mebesta evînê ango hezkirina ji hev): Lêvên hev radimûsin.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

ra + *mûs + -an, hevreha farisî بوسیدن(bûsîden, maç kirin) û بوسه(bûsê, maç) ji zimanên îranî, eslen onomatopoetîk. Bo guherîna M/B bide ber "misilman / bisilman / bisirman". Forma farisî wek بوسة(bûse, bewse) ketiye erebî jî û forma lêkerî باس(base) jî jê hatiye çêkirin.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ramûsan ramûsan
Îzafe ramûsana ramûsanên
Çemandî ramûsanê ramûsanan
Nîşandera çemandî ramûsanê wan ramûsanan
Bangkirin ramûsanê ramûsanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ramûsanek ramûsanin
Îzafe ramûsaneke ramûsanine
Çemandî ramûsanekê ramûsaninan
ramûsaneke evînî
  1. maç, mirç,
    danîna lêvên xwe li leşê kesekê/î yan li tiştekê/î
    Ramûsan li gep û alekan li gelek welatan edetek silavkirinê ye.
  2. danîna lêvên xwe li ser lêvên hev
    Te ez bi ramûsana xwe helandim.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.