guneh

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî guneh guneh
Îzafe guneha gunehên
Çemandî gunehê gunehan
Nîşandera çemandî gunehê wan gunehan
Bangkirin gunehê gunehino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gunehek gunehin
Îzafe guneheke gunehine
Çemandî gunehekê gunehinan

guneh

  1. tiştê ku nabe bêt kirin, tiştê ku kirina wî/wê qedexe ye, tişta/ê ger bêt kirin dê bêt cizakirin
    (bi taybetî li gor dînê Îslamê)
    Li gor îslamê zina guneh e.
  2. binas, sedem, sûc, sebeb
    Ti guneha min tê de nîne ku hûn xusirîn. (Ne sûcê min e ku hûn têk çûn.)
  3. dilsojî, dilşewitîn
    Guneha min pê tê. (Dilê min pê dişewite / disuşe.)
  4. hejar, reben, feqîr
    Sêwî guneh in.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Ey şefî'ê sahibê alayê hemd
    Min hene bêhed guneh, nisyan û 'emd
    (Mewlûda Kurdî ~1720, Mela Hesenê Bateyî)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

Nêzîk[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *binek- (mirin, merg, wefat; jidestdan, windakirin), proto-îranî *nas- (winda bûn; ruxîn) > *wi-nas- (pûç bûn, xirab bûn), hevreha avestayî vi-nas-, farisiya kevn vi-ney (ziyan, zerer), farisî گناه‎ (gunah > guneh), latînî nex, necis (mirin, merg), noceo (ziyan), nocere (ziyan lê kirin), yûnanî νεκρός (nékros: cenaze, term, kelex). vnas ya ermenî ji kurdî yan zimanekî din yê îranî hatiye deynkirin.

Werger[biguhêre]