sirat
Here nagîvasyonê
Here lêgerînê
Kurdî[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | sirat | sirat | ||
Îzafe | sirata | siratên | ||
Çemandî | siratê | siratan | ||
Nîşandera çemandî | wê siratê | wan siratan | ||
Bangkirin | siratê | siratino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | siratek | siratin | ||
Îzafe | sirateke | siratine | ||
Çemandî | siratekê | siratinan |
sirat mê
- (Îslam) Pira ku divê mirov roja qiyametê di ser re derbas bibin (gunehkar ê ji ser bikevin dûjehê û xêrker jî di ser re biborin biheştê).
- Wer'a wî we reng dîn qewî kir
Şer'a wî sirat mustewî kir
'Alim hemî şubhê enbiya ne— (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)
- Wer'a wî we reng dîn qewî kir
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Ji erebî صراط (ṣiraṭ) ji pehlewî sirat ji aramî סטרטא / ܐܣܛܪܛܐ (siraṭa/sṭrata) ji yûnanî στράτα (stráta) ji latînî strata (“cade”) ji stratus (niximandî) yan stratum (tebeq) ji sternō (pehn kirin, belav kirin) ji proto-hindûewropî sterh₃- (pehn kirin). Peyva almanî Straße, inglîzî street, îtalî strada, romanî stradă, holendî straat (hemû bi maneya cade) ji eynî rehî ne û ew jî ji latînî tên. Peyva "sirat" ji Rojavayê lê fikra "Pira Siratê" ji Rojhilatê, ji zerdeştiyê ketiye îslamê, bi avestayî "çinveto piritûm = pira dadê / edaletê").