Here naverokê

kelîn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
kelîn (negerguhêz)  
Rehê dema niha: -kel-
RP.
Niha
ez dikelim
tu dikelî
ew dikele
em, hûn, ew dikelin
Fermanî Yekjimar bikele
Pirjimar bikelin
Rehê dema borî: -kelîm- / -keliyam-
RP.
Boriya
sade
ez kelîmim / keliyamim
tu kelîmî / keliyamî
ew kelîm / keliyam
em, hûn, ew kelîmin / keliyamin
Formên din: Tewandin:kelîn
Kelîna xwarinekê.

kelîn negerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Av yan şileyek din wisa germ bûn ku bibe hilm anku bixar:
    Av di çaydankî de dikele.
    Çaya me keliye.
  2. Xwarinek di avê de wisa germ bûn ku êdî ne xav be:
    Şorbe baş keliye, êdî ne xav e.
  3. (mecazî) netebitîn, nesekinîn, nearam bûn
    • ...diketim ruhekî ku bi kîn û nefretên bêsebeb dikeliya. — (Robert Louis Stevenson, (terciman: Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 87, ISBN 978-605-2246-80-1)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Dil ke'be ye mewla ye lê
    Narê kelîm îsaye lê
    Bangê »ene l-lah« daye lê
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji kel +‎ -în.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya boil a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]
Tewandina kelîn  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kelîn kelîn
Îzafe kelîna kelînên
Çemandî kelînê kelînan
Nîşandera çemandî kelînê wan kelînan
Bangkirin kelînê kelînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kelînek kelînin
Îzafe kelîneke kelînine
Çemandî kelînekê kelîninan

kelîn m

  1. Germbûna avê heta ku bibe hilm yan heta ku hilm jê rabe.
  2. Germbûna xwarinê heta ku êdî ne xav be.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya boiling a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.