Here naverokê

helbest

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /hɛlˈbɛst/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: hel·best
[biguhêre]
helbesta Ehmedê Xanî

helbest m

  1. (hunera şiîrê) şiîr, nezm, hozan
    • Li gor keda helbestê, ancax tu dikarî wan bikî qurbana serî. — (Selamî Esen - Bihara Helbestê (Zivistan 2010-Adar 2012 / Sêrt))
    • Ji ber hindê, li Îranê helbest hê jî li ber newaya şîmşalê/bilûrê, an jî neyê têne xwendin. — (2010 çiriya pêşîn 22, Arjen Arî, “Helbest:ya her kesî”, li ser diyarname.com[4])

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina helbest
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî helbest helbest
Îzafe helbesta helbestên
Çemandî helbestê helbestan
Nîşandera çem. helbestê wan helbestan
Bangkirin helbestê helbestino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî helbestek helbestin
Îzafe helbesteke helbestine
Çemandî helbestekê helbestinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Deyn ji soranî هەڵبەست (hellbest, şiîr) lê piştî demekê ev kelîme di soranî de hatiye terikandin ji ber ku eynî kelîme herwiha tê maneya "gotinên nerast"[ç 1] شتی درۆی دروستکراو (ştî droy drustikraw, tiştên derewîn yên çêkirî),[ç 2] بوختان (buxtan,[ç 3] iftira). Wekheva hel- +‎ best (bestin, girêdan).

Çavkanî:

  1. ^ Zülküf Ergün (2021), “Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî”, li ser Nûbihar Akademî[1], cild 4, hejmar 15, rûpel 40
  2. ^ Sheykh Muhammad Khal (1960-1976), Ferhengî Xall[2]
  3. ^ Hejar (1990), Henbane Borîne[3]

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya poem a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.