Here naverokê

gêj

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈɡeːʒ/
  • Deng (Amed): guhdar bikeⓘ(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: gêj

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv gêj
Komparatîv gêjtir
Sûperlatîv herî gêj (merkezî)
tewrî gêj (rojavayî)
gêjtirîn (soranîzm)

gêj

  1. ne li ser hişên xwe, hayjixwene, bêhiş, bêhay, bêaga,
    sergêj, sersam, gêjo, kerregêj, seme, sersom, sersurman, hêbetî, mendehoş, wale
    Mirov bi tilyakê gêj dibe.
    Nikarî xwe li ser lingan bigire, gêj bû û ket erdê.
    Ez têr nenivistime loma gêj im.
  2. sewsî, mitrî, mat, tevizî, şaşbûyî, bûdele, jihalçûyî, dîn, gêjok, gêjoyî, aqilsivik, gêjik, mest, serxweş, nelihev, şaşmayî[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
    Feryad ji destê firqetê
    Sewda û sews û gêj kirim
    Pir her di dil xwînrêj kirim

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî گێژ (gêj), zazakî gej, farisî گیج (gîc), sogdî kyc /⁠kēč⁠/. Peyv ji zimanên îranî ketiye hinek zimanên cîran jî, bo nimûne siryanî գիժ (giž), gurcî გიჟი (giži) û aramiya nû ܓܫ̰ܘܢܐ‎ (gežūnē).

proto-îranî: *geyz- ("şaş bûn, şaşî kirin")

pehlewî: xngîc ("şaş bûn")
farisî: gêc ("gêj")
kurmancî: gêj ("gêj")
soranî: gêj ("gêj")
(zazakî: gej ("gêj")
belûçî: gêz ("gêj")
talîşî: gic ("şaş")
osetî: gîzîn ("şaş bûn")

Çavkanî: Cheung p.97 | Pokorny: nîne
Agadarî: Ne ji rehekî proto-hindûewropî ye.

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya dizzy a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.