Here naverokê

nivistin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
nivistin (negerguhêz)   
Rehê dema niha: -niv-
RP.
Niha
ez dinivim
tu dinivî
ew dinive
em, hûn, ew dinivin
Fermanî Yekjimar binive
Pirjimar binivin
Rehê dema borî: -nivist-
RP.
Boriya
sade
ez nivistim
tu nivistî
ew nivist
em, hûn, ew nivistin
Formên din: Tewandin:nivistin
Du kesên nivistî.

nivistin negerguhêz (lêkera xwerû)

  1. di xew çûn, di xew bûn, di xew man
    Hevmane: raketin, ramedîn, razan, xewîn, xewtin, veketin, ketin xewê
    Tu êvaran seet çend dinivî?
    Divê mirov her roj bi kêmî heşt seetan binive.
    Ez gelek ji nivistinê hez dikim.
    Ew êvaran zû naçe binive loma spêdeyan nikare şiyar bibe.
  2. nivîn, xew kirin, hênijîn[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Bişkiftî belgê dar e
    Heram bûye nivistin
    Nivistin l'min heram in
     — (Feqiyê Teyran (~1620), (jkx sernavê kitêb an kovarê binivîse))

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *ped- (meşîn, bi piyan livîn ji proto-hindûewropî *ped = ), proto-îranî *ni- (jêr, xwarê) + *ped- (ketin, asê bûn), hevreha avestayî ni-pes/z- (raketin, razan, xwe pal dan, xwe dirêj kirin ji pes/z- (ketin), sanskrîtî ni-ped, parsî ni-b'y- (raketin, razan, xwe pal dan, xwe dirêj kirin), pehlewî nibist- (avêtin erdê), xotanî nuved- (pal dan, dirêj kirin erdê), sogdî nips- (dirêj kirin erdê), soranî نووستن (nûstin) / nûstin (nivistin), kurmancî nivîn, nivandin, nivîsîn, ... Herwiha hevreha sanskrîtî ped- (ketin, çûn, livîn), latînî pessum: (jêr, xwarê, ber bi jêr ve), lîtwanî pedinti (hêdî meşîn), îngilîzî fetch Çavkanî: Cheung

Bide ber

[biguhêre]

Bi zimanê zarokan

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sleep a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

nivistin m

  1. razan, raketin, xewkirin, xewtin, xeftin, xew
    Nivistina bi şev.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina nivistin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nivistin nivistin
Îzafe nivistina nivistinên
Çemandî nivistinê nivistinan
Nîşandera çem. nivistinê wan nivistinan
Bangkirin nivistinê nivistinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nivistinek nivistinin
Îzafe nivistineke nivistinine
Çemandî nivistinekê nivistininan

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sleep a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.