şemî

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

  • IPA: /ʃɛˈmiː/
  • Jihevqetandin: şe‧mî

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şemî  şemî 
Îzafe şemiya  şemiyên 
Çemandî şemiyê  şemiyan 
Nîşandera çemandî   şemiyê  wan  şemiyan 
Bangkirin şemiyê  şemiyino 
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şemiyek  şemiyin 
Îzafe şemiyeke  şemiyine 
Çemandî şemiyekê  şemiyinan 
Li gelek deverên dinyayê roja şemiyê pirraniya xelkê kar nakin û loma wan hingê dem û delîv heye ku bo xwe bigerrin û tiştên hewce bo xwe bikirrin.

şemî

  1. ji rojên hefteyê ya piştî înê û berî yekşemê

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Hevwate[biguherîne]

Rojên heftayê[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Herwiha şembî, hevreha soranî شه‌مه (şeme), farisî شنبه  (şembê / şenbê), pehlewî şunbet, hemû ji aramî ܫܒܬܐ (şebita - zêdebûna dengê "n" li peyvên îranî taybetmendiyeke berbelav e: tac > tanc, çok > çong...) ji îbranî שבת (şebbaṯ) ji akadî şepettu (roja nîva mehê). Bi rêya cihûtiyê ev peyv wek navê roja karnekirin û paydozê maneya peyva "şemî" bi piraniya zimanên dinyayê wergirtiye: erebî السبت  (es-sebt), ermenî շաբաթ (şabat'), romanî sâmbătă, rûsî суббота (subbota), îtalî sabato, portugalî û spanî sábado, fransî samedi, yûnanî Σάββατο (sabbato), indonezî hari sabtu... Bi hin zimanan "şemî" ne ji vî rehî ye lê bi wan zimanan roja pîroz ya cihûyan bi wê tê binavkirin: inglîzî Sabbath yan Shabbath. Bi mezacî sebat / şebat maneya her dema betaliyê dide. -şem (-şemb) di peyvên yekşem, duşem, sêşem... de jî ji vê ye.

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Werger[biguherîne]