Here naverokê

rûniştin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
rûniştin (negerguhêz)  
Rehê dema niha: -n-
RP.
Niha
ez rûdinim
tu rûdinî
ew rûdine
em, hûn, ew rûdinin
Fermanî Yekjimar rûne
Pirjimar rûnin
Rehê dema borî: -nişt-
RP.
Boriya
sade
ez rûniştim
tu rûniştî
ew rûnişt
em, hûn, ew rûniştin
Formên din: Tewandin:rûniştin
Zarokek li ser kursiyekê rûniştiye.

rûniştin negerguhêz (lêkera pêkhatî)

  1. Li ser qalçeyên xwe bi cih bûn.
    Rûniştin ser kursiyê.
  2. Li derekê jîn anku mal hebûn.
    Ew niha li Ewropayê rûdine.
  3. Tebitîn, vehewîn, sekinîn, arimîn, hêwirîn, hedirîn.
    Kesek pirr şûm û şiloq e û gavekê jî rûnane.
  4. Betal bûn.
    Sibê ta êvarê rûniştî ye.
  5. Endam bûn.
    Ew 12 sal di perlemanê de rûniştiye.
  6. Bi fermî yan formalî hev dîtin.
    Endamên polîtbîroya PDKê û ya YNKê îro li Selahedînê li hev rûniştin.
  7. cihê xwe girtin, bi cih bûn, standard bûn, fermî bûn
    Kurmanciya rûniştî.Kurmanciya standard.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Dê ji xeflet biretin saya zewalê ey dil
    Rûnenî da tu emanet li siha darê hudûs
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji rû- +‎ niştin. Hevreha soranî ڕۆنیشتن (ronîştin), zazakî roniştene.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sit a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]
Tewandina rûniştin  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rûniştin rûniştin
Îzafe rûniştina rûniştinên
Çemandî rûniştinê rûniştinan
Nîşandera çemandî rûniştinê wan rûniştinan
Bangkirin rûniştinê rûniştinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rûniştinek rûniştinin
Îzafe rûniştineke rûniştinine
Çemandî rûniştinekê rûniştininan

rûniştin m

  1. bicihbûna li ser qalçeyan
    Rûniştina li ser kursiyên req ne xweş e.
  2. celse, civîn, kombûn, celese:
    Rûniştina dadgehê.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sitting a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya session a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.