betal
Here nagîvasyonê
Here lêgerînê
Kurmancî[biguhêre]
Rengdêr[biguhêre]
betal
- Ya / yê ku kar nake yan kar pê nayê kirin.
- Rojekê gava li bazarê, betal û li kêleka sepeta xwe ya hemaliyê sekinîbû, jineke ciwan ku çarjeveke ji hevrîjim û bi pelezêrkan neqijandî lê bû, hat cem wî. — (Çîroka Hezar û Şevekê, werger: Serdar Roşan, Weşanên Nûdem)
- Bêkar, kesa/ê (ti) kar nîne.
- Nekêrhatî, bêkêr.
- Vale, ne girtî yan dagirtî.
- Berdayî.
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Ji wêjeya klasîk[biguhêre]
- Hin raxibê husnê la-yezal in
Hin talibê qalibê betal in— (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)
Pîrepend[biguhêre]
- Ger dizî xwêmal e,derî girtin betal e
- Gotin betal î mêrkuj e,ha betalî mêrkuj e,heta betalî mêrek kuşt
- Pîraniyê mêranî betal kir
- Şer ji betaliyê çêtir e
- Betalî ,xirabmalî
Jê[biguhêre]
- (Lêker) betal bûn
- (Lêker) betal hêlan
- betal kirin
- betal man
- (Navdêr) betalbûn
- (Navdêr) betalhêlan
- betalkirin
- betalman
- betaltir
- betaltirîn
- berbetal
- bertbetalî
- betalane
- betalî
- betalker
- betalkerî
- betlane
- (Biwêj) betal û 'etal
Etîmolojî[biguhêre]
Ji erebî بطال (beṭṭal) ji بطل (beṭele: betal bûn), hevreha aramî ܒܛܠ (b-ṭ-l-: betal bûn), aramî בטל, akadî beṭal. Ji eynî rehî: betlane, batil, iptal.
Werger[biguhêre]
- Almanî: Absage → de m, arbeitslos → de, unbrauchbar → de, ungültig → de, untätig → de, ?nichtig → de, ?unwirksam → de, ?Annullierung → de, ?Gammler → de, ?Kündigung → de, ?Widerruf → de
- Farisî: باطل → fa, بیکار → fa, بیکار → fa, بیفایده → fa
- Inglîzî: abortive → en, disaffirm → en, free → en, idle → en, invalid → en, kibosh → en, offthejob → en, out of use → en, repeal → en, riffraff → en, unemployed → en, unsound → en, void → en, abrogation → en, annulment → en, bum → en, null → en, recision → en, revocation → en
- Tirkî: atıl → tr, aylak → tr, hükümsüz → tr, işsiz → tr, muattal → tr, serbest → tr, avare → tr, iptal → tr, boş durmak → tr, boşta kalmak → tr, işsiz kalmak → tr, boşta gezer → tr, ?eli boş → tr, ?ilga → tr, ?kullanılmaz → tr, ?geçersiz → tr
Zazakî[biguhêre]
Wate[biguhêre]
- Betal, kesê ku nexebite, îş neke[1].