kêrat

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kêrat kêrat
Îzafe kêrata kêratên
Çemandî kêratê kêratan
Nîşandera çemandî kêratê wan kêratan
Bangkirin kêratê kêratino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kêratek kêratin
Îzafe kêrateke kêratine
Çemandî kêratekê kêratinan
Dara kêratê.
Belgên kêratê.

kêrat

  1. Darek e ku hin kulîlkên zer yên avşîrîn dide ku zarok dikarin bimêjin, berê wê wek fasûliyan e û kewal dixwin.
    Hevmane: xirnûf, xerûb

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Navê zanistî[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî کێرات(kêrat) (kêrat), ji yûnanî κεράτιον (kerátion) ji κέρας (şax, strû) ji proto-hindûewropî *ḱer- (ser, şax, strû - ku serekaniya ser ya kurdî ye jî). Peyva yûnanî hem serekaniya navê vê darê yê zanistî ye ku Ceratonia siliqua ye û hem jî serekaniya peyva قيراط(qîrat, qelp, qelpik) ya erebî ye. Bi rêya peyva erebî herwiha bi maneya yekîneya pîvana zêrr û gewherên din yên bihagiran wek karat li dinyayê belav bûye ji ber ku berê orijînaliya gewheran beramberî berên hin daran dihat pîvan: îngilîzî û fransî carat, îtalî carato, rusî карат (karat), portugalî û spanî quilate, çînî 克拉 (kèlā)...

Werger[biguhêre]