ez çiya û tu çiya, golik man bê giya

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Gotineke pêşiyan[biguhêre]

ez çiya û tu çiya, golik man bê giya

  1. dema ku herdu kes yan herdu alî qet tenezilê nakin û loma nikarin pirsgirêkê çareser bikin
    • Ez di bawerê de me, ev pirsgirêke tu caran bi berzebûna eqlî û zalbûna demargîriyê nahê çarekirin. Îro gerek e mijara vê pirsgirêka bi neteweyê kurd ve bestî, bi diyalogek şaristanî û lêborînê were çarekirin. Heke her layenek ji me li ser biryara xwe ya hişk ya bêhna hoz û ocaxê jê difire berdewam be, ev pirsgirêk mezintir lê tê û çare nabe û em gotina pêşiyan "ez çiya û tu çiya, golik man bê giya" piraktîze dikin. — (Tehsîn Navişkî: Iro kî dê xwe li pirsgirêka mezin ya zimanê hevbeş (standard) bike xwedî?, Gelavej.com, 7/2008)

Etîmolojî[biguhêre]

ez + çiya + û + tu + çiya + golik + man + + giya

Werger[biguhêre]