Here naverokê

boçik

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /boːˈt͡ʃɘk/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: bo·çik
[biguhêre]
Du heywanên bi boçikên dirêj.(mane 1)
Hestiyê qilênce an boçikê di diyagrama movikê de li herî dawiyê ye.(mane 2)

boçik m

  1. (zoolojî) Dava heywanan a bi derqûnê ve.
    Hevmane: dûvik, kilik, kurîk, doç, dûv, daw
    Ker boçika xwe dihejîne û mêşan pê vedirevîne.
    • Bi boçika kerê de tenekeyek bi benekî hatibû girêdan. — (1996, Şahînê Bekirê Soreklî, “HELEB: "UMMUDDUNYA"”, li ser Çira, hejmar 5, rûpel 71)
    • Wextê mêrik kevçîkî diduya lê dixe, boçika masiyan tê xuyanê. — (2019, Şevîn Elegez, “BOÇIKA CINNÊ : BOÇIKA MASIYÊ”, li ser Kurd'Înalco[3], hejmar 1, rûpel 39)
    • Heywanikê carina boçika xwe hêl dikir û li qûna xwe dixist da ku mêş û mozan ji xwe biqewitîne. — (2019, Ferhadê Mihemed, “Kêra Qoçîn”, li ser salomecizrawi.com[4])
  2. (anatomî) Hestiyê li dawiya movikê.[1][2]
    Hevmane: qilênce, kilêjî
    Jornav: hestî
    • Marîpişta mirovan ji 24 parçe hestîyan pêk hatiye. 7 ji wana li berê marîpişta histti, 12 li marîpişta sîng, 5 li marîpişta navpiştê, 5 li marîpişta runiştekê û 3-5 marîpişta boçikê hatine avakirin. — (2004, Hüseyin Bektaş, Anatomîya Bedena Mirovan, Weşanên Deng, →ISBN, rûpel 18)
    • Tiştê baş serê min li erdê neket û neşikiya, lê ji ber ku ez pir xerab ketim, ez boçikî bûm. Do ez bi kûtanî çûm Newrozê. Li ser kursiya hişk, bi saetan rûniştan jî pir zor bû. Lê kêfxweşiya temaşekirina govenda kurdan ya bi sedan kesî, pir hindik êşa boçikê bi min dida jibîrkirin. — (2013, Zinarê Xamo, “Min zivistana îsal bi selametî xelas nekir”, li ser zinarexamo.blogspot.com[5])
  3. (riweknasî) Beşeke nebatan a tenik ku kulîlk an fêkiyê bi şaxê ve girêdide.
    • Remezan bi boçika hêjîra zipîzer î girover û mezin girtibû, pêşî li xweşikbûna wê nihêrîbû bi dû re jî bi derbekê re heta boçikê xistibû devê xwe, xwaribû. — (Mîran Janbar (2012), Qolyeya Cécileê, çapa 1ê, Weşanxaneya Lîs, →ISBN, rûpel 38)
  4. Cigareya ku hatiye kişandin.
    Hevmane: qopik, qotik, doçik, seroke, binik, quncik
    • Tê gotin ku li temamê Portekîzê di her deqîqeyek de 7 hezar boçikên cixareyê diavêjin erdê. — (2019, “Ji bo boçika cixareyê 250 Euro ceza didin”, li ser diyarname.com[6])
    • Cotkarê bi navê Heme Mûstleg jî dibêje, "Bi xwedê em ji agir ditirsin, rêyeke sereke belkî kesek bi enqest yan ne enqset boçika çixara xwe bavêje û agir pêkeve, gelek kes deyindar in û çavê wan li vî mûsimî ye.(...)" — (2020, “Asayişê ji bo parastina genimê cotkaran xalên çavdêriyê danîn”, li ser rupelanu.com[7])
    • Di rewşên weha de di navbera hebûn û nebûnê de meriv xwe bêqîmet dihesibîne mîna boçika cixareyê. — (2021, “cizb”, li ser devliken.blogspot.com[8])

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina boçik
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî boçik boçik
Îzafe boçika boçikên
Çemandî boçikê boçikan
Nîşandera çem. boçikê wan boçikan
Bangkirin boçikê boçikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî boçikek boçikin
Îzafe boçikeke boçikine
Çemandî boçikekê boçikinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji ermenî պոչիկ (počʻik, dav), ji պոչ (počʻ) +‎ -իկ (-ik). Bi analîza şiklî, boç +‎ -ik.

Werger

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Mustafa Gazî (2006), Ferheng Kurdî-Tirkî[1], Enstîtuya Kurdî ya Amedê, →ISBN, rûpel 19
  2. ^ Musa Anter (1967), Ferhenga Khurdî - Tirkî[2], Istanbul: Yeni Matbaa, rûpel 26
[biguhêre]

boçik

  1. boçik (serê movika piştê ku tête ser devêqunê)[1]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji ermenî պոչիկ (počʻik).

Çavkanî

[biguhêre]