Here naverokê

qopik

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qopik qopik
Îzafe qopikê qopikên
Çemandî qopikî qopikan
Nîşandera çemandî qopikî wan qopikan
Bangkirin qopiko qopikino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qopikek qopikin
Îzafe qopikekî qopikine
Çemandî qopikekî qopikinan
Hêştirek bi qopikekî (2)

qopik nêr

  1. (anatomî) Qozê ku ji ber tewîna hestiyên piştê li pişta mirovan çêdibe.[1][2][3]
    Hevmane: qilûz, milik, qiloz, kubik, qor, xûr
    • Johnny rûniştîbû. Qopika pişta wî derketibû û li erdê dinihêrî. — (Jack London (wergêr Mustafa Aydogan), ZAROKA ŞEVÊ, Weşanên NÛDEM, 1995, r. 44)
  2. (zoolojî) Yek an du girên bi av li pişta hêştiran.[1]
    • Hêştirê mîna ku kevirek bixe şûna wî got:
      “Wisa be careke din xwe mezin mebîne û ji hedê xwe dernekeve!”
      Û gotina xwe berdewam kir, “Xwe bavê ser qopikê min em herin.”
       — (Sadık Yalsızuçanlar (wergêr Azîz Samûr), Çiroken Mesnewiya Şerifa Hz. Mewlana [arşîv], Nûbihar)
    • Gava ez li Aracatacê zarokekî biçûk bûm, tê bîra min ku kalikê min ez biribûm sîrkê, da em temaşeyî hêştireke yek qopikî bikin. — (NûdemBi Marquez re hevpeyvîn, Plino A. Mendoza (wergêr Firat Cewerî), hj. 11996, r. 216)
  3. Cigareya ku hatiye kişandin.[4][5][6]
    Hevmane: boçik, qotik
  4. (argo, anatomî, Sirûc) Serikê kîr.[7]
  5. (argo, anatomî) kîr[8]
    • Li gundekî yek mir. Li ser piştê wefat kiribû. Destê wî yê rastê li ser dilê wî bû û destê çepê jî li ser "qamîşê/qopikê" wî bû. — (Zinarê Xamo, Mesaja merhûm [arşîv], zinarexamo.blogspot.com2019)

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]

qopik

  1. Guhartoyeke qop (kulek, seqet).

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji qop + -ik.

Çavkanî

[biguhêre]
  1. a b Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1528.
  2. J. Blau, Kürtçe/Türkçe/Fransızca/İngilizce Sözlük , Sosyal Yayınları, Mayıs, 1991, r. 247.
  3. Michael L. ChyetFerhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020, cild M-Z
  4. Ferhenga Destî, Kurdî - Kurdî, Umîd Demîrhan, Sewad, 2007., r. 324.
  5. Amadekar: Kamêran Botî Ferhenga Kamêran, Kurdî - Kurdî [arşîv], Spîrêz, 2006, r. 559
  6. Husein Muhammed, KURDÎZAR: ferhenga soranî-kurmancî: Q [arşîv], zimannas.wordpress.com2016
  7. Celadet Alî BedirxanFerheng (Kurdî-Kurdî)Avesta, Stembol, 2009, r. 233, ISBN 978-9944-382-80-9
  8. Mehmet OncuFerhenga Devoka Herêma Semsûrê, Sîtav, 2020, r. 271, ISBN 9786057920607