hêştir

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêştir hêştir
Îzafe hêştirê hêştirên
Çemandî hêştirî hêştiran
Nîşandera çemandî hêştirî wan hêştiran
Bangkirin hêştiro hêştirino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêştirek hêştirin
Îzafe hêştirekî hêştirine
Çemandî hêştirekî hêştirinan
Hêştirek.

hêştir bi gelemperî nêr

  1. deve, dewara deştê,
    dewarek bilind e bi taybetî li deştê bar pê tên hilgirtin û / yan mirov lê siwar dibin

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Navê zanistî[biguhêre]

  • Camelus

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-îranî, hevreha soranî حوشتر(ḧuştir) (ḥuştir) û وشتر (wiştir), belûçî ہشتر (huştir, huştur) û اشتر (uşter), farisî شتر‎ (şotor), farisiya kevn uşṡre-, sanskrîtî उष्ट्र (ustre-), hindî ऊँट (ū̃ṭ), urdûyî اونٹ (ū̃ṭ). Di pirraniya zimanên dinyayê de yek formek ji sê navan li vê heywanê tê kirin: 1. Ji Kurdistanê di başûrê Asyayê re heta Indonezyayê formek ji peyva arî-îranî li kar e, 2. ji Tirkiyê di Asyaya Navîn re heta Mongolistanê formek ji peyva tirkî-mongolî (deve/temee) tê bikaranîn û 3. di zimanên samî de formek ji peyva "gemel/cemel" tê gotin û ew peyv herwiha derbasî zimanên rojava jî bûye: inglîzî camel, fransî chameau...

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]