Wîkîferheng:Xwendin

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zibare
 
Xwendin
 
Nivîsîn
 
Guherrandin

Şîret bo xwendina vê ferhengê

Ziman[biguherîne]

Di bin vê sernavê navê wî zimanî hatiye nivîsîn yê ku ev peyv pê ye.
Bo nimûne binere peyva Curdistan ku bi îtalî ye.

Ger navê zimanî li destpêka rûpelê tine be, ew peyv bi kurdî (kurmancî) ye.

Ger heman peyv bi zêdetir ji yek zimanî be, pêşî peyva kurdî hatiye şirovekirin û paşî bi zimanên din li gor alfabeyê.
Bo nimûne binere peyva du.

Carine heman peyvê di kurmancî û soranî de jî wateyên anku maneyên ji hev cuda hene.
Ger wiha be, pêşî li cihê ziman "Kurmancî" hatiye nivîsîn û peyva kurmancî hatiye şirovekirin.
Piştî wê peyva soranî hatiye ravekirin.

Piştî wan, ger bi zimanek din jî eynî peyv hebe, wateya wê bi kurdî hatiye dan. Bo nimûne, binere no

Wate[biguherîne]

Di bin banê "Wate" de peyv hatiye şirovekirin anku ravekirin anku îzahkirin.

  1. Di bin sernavê "Wate" de hem maneya peyvê hatiye dan, wek "KENGÎ: çi demê, çi wextî". Hem jî di hin peyvan de hevwateyên wan anku sînonîmên wan hatine dan, wek: "AZAD: serbest, rizgar, serbixwe, xweser", ,

Herwiha[biguherîne]

Em hemî dizanin ku di devokên kurdî de gelek peyvên me li hin herêman bi awayên ji hev cuda tên gotin û nivîsîn.

Em dixwazin di vê ferhengê de cih bidin hemî peyvên kurdî. Loma em awayên cuda yên eynî peyvê di bin banê "Herwiha" de dicivînin.

Bo nimûne, binere peyva niha daku bibînî ku li hin deveran ew bi yek ji van awayan e: nika, noke, nihe, nuha, nuhe û hwd.

Hevwate[biguherîne]

Di bin vî sernavê de ew peyv tên civandin yên ku wateya anku maneya wan û ya peyva rûpel li ser eynî ye.

Bo nimûne "hevwateyên" peyva "azad" ev in: "rizgar, serbest, serbixwe, xweser"

Dijwate[biguherîne]

Li vir peyvên wateya wan tam dijî peyva mijarê hene.

Bo nimûne, ger tu dîsan li rûpela "azad" binerî, tu dê di bin banê "Dijwate" de van peyvan bibînî: bindest, kole, girtî, dîl, êsîr û hwd.

Nêzîk[biguherîne]

Di bin vî sernavî de peyvên nêzî peyva serekî tên dan.

Ev peyv ne hevwateyên peyva serekî ne lê gelek nêzî wê ne.

Em bawer in ku pêşkêşkirina van peyvên nêzî peyva mijar li ser hem dê têgihiştina peyvê asantir bikin
û hem jî alikar bin di bijartina peyvan de.

Bo nimûne, li peyva yek binere daku di bin banê "Nêzîk" de van peyvan bibînî: "tek, kit".

Tewîn[biguherîne]

Li vir lêkerên kurdî hatine tewandin.

Bo nimûne: "ÇANDIN -> -çîn-" Ji vê mirov dikare formên dema niha û yên dema bên çêbike: diÇÎNim, biÇÎNe!

Têkildar[biguherîne]

Di bin "Têkildar" de peyvên rayê wan yek tên nivîsîn. Bo nimûne, li rûpela "GIHIŞTIN" di bin banê "Têkildar" de peyva "GIHANDIN" hatiye danîn.

Hin peyvên din jî yên têkilî anku pêwendî anku eleqe bi peyva mijarê ve heye di bin "Têkildar" de hatine bicihkirin.

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Bi kurmancî

Li vir wateya peyvên soranî yan zazakî bi kurmancî têt dan.

Bi soranî

Li vir wateya peyvên kurmancî yan dimilî (zazakî/ dimilkî) bi soranî têt dan.

Bi dimilî

Li vir wateya peyvên kurmancî yan soranî bi dimilî têt dan.

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Li vir peyva sereke ya rûpelê ji bilî alfabeya latînî, bi alfabeya kurdî-erebî jî têt nivîsîn.

Bo nimûne: "KURDISTAN". Bi alfabeyên din: كوردستان

Di pêşerojê de, belkî di bin vî sernavî de peyv bi alfabeya kirîlî jî bên nivîsîn.

Wergerr[biguherîne]

Di vê beşê de wateyên peyvên kurdî bi zimanên biyanî tên dan. Ziman li gor alfabeyê tên rêzkirin.

Em tê dikoşin ku bi kêmî wateya peyvê bi van zimanan bêt dan. Bo nimûne, "Kurdistan"

Ji[biguherîne]

Etîmolojiya peyvê li vir têt raberkirin.

Bo nimûne: "AZADÎXWAZ" ji "azad" û "-xwaz"

Yan jî: "NIHA" têkildarî peyva "nû"

[biguherîne]

Li vir hemî peyvên ji peyva serekî ya rûpelê hatine çêkirin tên dan.

Bo nimûne: "AZAD". Jê: azadî, azadîxwaz, azadîxwazî û hwd.