Gotûbêja alîkariyê:Formata nivîsînê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîferhengê
Şiroveya dawî: berî 2 salan ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Bazinedaçek de

Beşa Hevwate[biguhêre]

@Ghybu: Cihê Herwiha û hevwate li kû ye? piştî beşa bi alfabeyên din an pêşî?--Balyozxane (gotûbêj) 19:59, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Mixabin, ne hatiye standard kirin.--Ghybu (gotûbêj) 20:38, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Li gorî Binebeşên kategoriyên rêzimanê, pêşî bi alfabeyên din tê, piştre yên din. Ez jî dikim wisa bikim êdî.--Balyozxane (gotûbêj) 20:43, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Dizanim min witira çêkiribû, feqet kes guh nade :)--Ghybu (gotûbêj) 20:46, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu:belaş#Bide ber nîn e? --Balyozxane (gotûbêj) 23:28, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Beşa Bi zaravayên kurdî[biguhêre]

@Ghybu, Bikarhêner, Guherto, û Rewiye tine: Bi ya min divê navê vê beşê wek "Bi zaravayên din" were guherandin ji ber ku rûpelên me bi kurmancî ne û dema hin kes eynî peyvî di vê beşê de jî dinivîse absurd dibe. (Kategorî:Wergerên bi kurmancî) Hin kes jî di vê beşê de di binî kurmancî de guhertoyên devokî dinivîsin û ew jî bêmentiq e ji ber ku jixwe em guhertoyên peyvekê di beşa herwiha de dinivîsin. Loma bila navê beşê wek Bi zaravayên din biguherînin çêtir be. --Balyozxane (gotûbêj) 14:48, 9 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@balyozxane: Erê çêtir e.Rewiye tine (gotûbêj) 15:45, 9 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Rast e, ev ferheng bi serekî bi kurmancî ye, divê ew di beşa "bi zaravayên din/kurdî" de pêde nebê. -- Guherto (gotûbêj) 18:05, 9 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Tewîn[biguhêre]

→ Ji Gotûbêj:derketin

Bi ya min beşa "Tewîn" ne pêwîst e. Bila agahiyên li ser tewînê di nav rûpela Tewandin:derketin werin nivîsandin, mk. Tewandin:çûn. Jixwe Namespaceya "Tewandin" ji bo vî karî hatibû çêkirin--Ghybu (gotûbêj) 22:12, 27 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Bi ya min jî ne pêwîst e. Min berê ew jê dibirin lê min dît te sererast dikir loma min jî got hinek çêtir çêkin. Ku hevalên din jî razî ne, em hemû jê bibin (heke di rûpelê de şablona tewandin hebe.)
@Ghybu, Bikarhêner, Rewiye tine, Guherto, û Jiju:--Balyozxane (gotûbêj) 22:40, 27 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Bi ya min jî ne hewce ye. Ji xwe li bin sernivîsa lêkerê "tewîn" heye û ew jî di nav tabloya xwe de rehê tewînê dide. (wekî: {ku-tewîn-lk|herîn|form=negerguhêz|niha=her|borî=herî}) --Jiju (gotûbêj) 10:32, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Lê xeletî di Tewandin:derketin de heye, divê " " di neqeba der û –kev– de nebê. Çima – bi dêla -? -- Guherto (gotûbêj) 16:41, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Balyozxane, Guherto, Jiju, û Rewiye tine: Bi min beşa tewînê wek kurte di nava rûpelan de cih bigire çêtir e. Lê xuya ye ku piranî wekî min nafikire. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:30, 6 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Ber hebê -- Guherto (gotûbêj) 20:33, 7 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Yeqîna min jî ne pêwîst e.Rewiye tine (gotûbêj) 15:58, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Sê caran hatiye nivîsandin: di nav gotarê de (beşa "tewîn") di nav tabloyê de û di nav rûpela tewandinê de. Carek bes e Bişirîn --Ghybu (gotûbêj) 11:46, 16 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
@Balyozxane, Guherto, û Bikarhêner: Şablona {{ku-tewîn-reh}} jî heye, mînak lîstin.--Ghybu (gotûbêj) 14:56, 20 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Valahiya cem naverokê[biguhêre]

@Balyozxane, Guherto, Bikarhêner, û Ghybu: Silav û rêz. https://snipboard.io/oiyYqK.jpg Wek tê dîtin destpêka rûpelê alîyê rastê vala ye. Hin gotaran ev naverok gelek dirêj e. Ma em nikarin li wir jî bikarbînin?--Rewiye tine (gotûbêj) 16:41, 15 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)

Na -- Guherto (gotûbêj) 16:44, 15 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Bi ya min jî ew der neguhere çêtir e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:13, 15 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Li ser fr.wikt binebeşan vêsartine.--Ghybu (gotûbêj) 11:50, 16 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)

Gelo em di cureyan peyvan de ravek zêde bikin?[biguhêre]

Şev baş @Ghybu, Balyozxane, Guherto, û Bikarhêner: yeqîna min divê ravek jî hebe? Hin gotin beyî ravek mirov nikare dabeş bike mîna; derdê bêderman--Rewiye tine (gotûbêj) 15:55, 17 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

@Rewiye tine: Ravek formeke peyvan e. Li ser en.wikt ji peyvên mîna derdê bêderman re dibêjin sums of parts yanî koma parçeyan loma peyvên wisa ji bo ferhengekê nederbasdar in. Ha heke wateyeke biwêjî hebe, mirov dikare lê zêde bike mînak jana zirav--Balyozxane (gotûbêj) 17:07, 17 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
'jana zirav' jî ravek e. Bin navdêrê me daye nîşan. Navek taybet bidin wan ne çêtir e? --Rewiye tine (gotûbêj) 18:10, 17 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Na, navek taybet ne hewce ye, pirranî yan biwêj in yan navdêr. --Balyozxane (gotûbêj) 19:31, 18 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Me li vira (Gotûbêja şablonê:biwêj#Beş) qala beşên "Lêkera biwêjî, rengdêra biwêjî, hokera biwêjî" kiribû... Li ser fr.wiki tên bikaranin: fr:abeille du lierre#Locution_nominale (navdêra biwêjî).
Herwiha Ferhengvan li vira navê "îzafe" wekî "ravek" guherandibû, ji bo vê sedemê. Vitira bimînî?--Ghybu (gotûbêj) 21:53, 18 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu û Balyozxane: mala we ava. Birêz Ghybu kelîma 'vitir'; sê rikaet nimêja ku piştî eşayê tê kirin. xuya dike :D. Ez henek dikim lê ev kelîme xerîb hat.--Rewiye tine (gotûbêj) 13:27, 19 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Li herêma Dêrsimê peyva "vitira" maneya wisa tê û pirr tê bikaranîn (vitira ye!, vitira bike!, vitra tê çêkirin!, vitira xweş e!, ...) Bişirîn--Ghybu (gotûbêj) 17:59, 19 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Li ser ravek/îzafe ez 100% dibêjim îzafe. Hê nûka min fêm kir ku ev ya ku bi înglîzî jê re dibêjin "ezafe" ye, di farisî de jî wilo ye em ne hewce ne biguherin :) -- Guherto (gotûbêj) 22:56, 20 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────@Bikarhêner: [1] "Daçeka biwêjî" (wekî navdêra biwêjî (en:noun phrase), lêkera biwêjî (en:verb phrase), rengdêra biwêjî (en:adjective phrase), hokera biwêjî (en:adverbial phrase))?--Ghybu (gotûbêj) 21:16, 27 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Ping: @Ferhengvan:?--Ghybu (gotûbêj) 21:26, 27 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Balyozxane, Guherto, Ferhengvan, û Rewiye tine: Merheba hevalino. Bi ya min jî halê vêga bikêmasî, biqisûr e. Lê ev yek çawa sererast dibe, tam nizanim. Ji ber ku di ferqa navbera "lêker" û "biwêj"an de jî problemeke jihevnecihêbûnê heye. Mîsalen "xwe dirêj kirin", lêkerek e, lê tarîfa peyva "biwêj" ku di ferhenga me de wek "Çend peyvên li gel hev yên ku wateyek taybet didin, ne wateya her yek ji wan peyvan." jî bi cih tîne. Lewma bi ya min me hêj ferqa di navbera "lêker" û "biwêj"an de jî diyar nekiriye. Di meseleya "ravek" / "îzafe"yê de ez jî "îzafe"yê tercîh dikim. Dîsa jî vebijêrka ku Birêz Ghybu teklîf kiriye çêtir tê xuyan. Li vir Gotûbêja şablonê:biwêj#Beş Ghybu gotiye ku biwêj wek "hevok, îdyom, tebîr" jî dikare bibe. Ji aliyê din ve tevî vê guhertinê wê cureyên peyvan hinekî komplekstir jî bibe. Ji bo çêkirinê divê em ferqa di navbera biwêj û lêkeran de an ferqa di navbera lêkera biwêjî û lêkera normal de diyar bikin, wekî din wê hinek tevlîhev bibe. Dîsa jî ez aliyê çêkirina van cureyan im. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:43, 3 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: nexwe li nik me çi agahî hebin em ê li vir parve bikin. Di dawiyê de em ê biryarek bidin çawa ye?--Rewiye tine (gotûbêj) 07:52, 4 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Baş e. Bi ya min em wisa bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:52, 4 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide
Li gor lêgerîna min di ingilîsî de noun phrese rasterast biwêj îfadê nake. Tirkî dibêjin isim öbeği. Min isim öbegî, pirs mamosteyek kir. Wî got destebêjeya navdêrê e. Yanê öbeg, destebêje ye. Ev navdêran îfade dike ku çi yek çi penc peyv werin cem hev. Ewên biwêj jî dikevin hundir. Çimkî ew jî navdêr in. Ji xwe wisa be çêtir e. Minak 'Customer service' ne biwêj e . Em ê bikaribin van jî di bin 'destebêjeya navdêrê' de nîşan bidin. Yên din jî heman mantiq e. Mînak;
  • Destêbejeyê Navdêrê

The election-year politics are annoying for many people.

This work is piece of cake for me. Li vir Biwêj e.

  • Destêbejeyê Lêkerê; wer xuya dike kerî me naye???

She smells the pizza. (verb is smells)

She can smell the pizza. (verb phrase is can smell)

  • Destebêjeya Rengdêrê

Everyone was extremely delighted when the winner was announced.

The valedictorian was far too serious about her GPA.

I am very much enamored with him.

  • Destebêjeya Hokerê

Surprisingly well, In total silence, Often under duress, Very carefully, Quite easily, Near the edge

  • Destebêjeya Daçekê

We stayed at the cabin by the river.

The store at the corner sells sandwiches.

We climbed up the hill to see the view.

--Rewiye tine (gotûbêj) 19:08, 8 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane, Guherto, Bikarhêner, û Ghybu: fikra we çî ye derheqe 'destebêje'--Rewiye tine (gotûbêj) 17:50, 12 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide

@Rewiye tine: Spas ji bo van agahîyan Bişirîn Di nav destebejan de tenê biwêj (locution) (te li jor gotiye biwêj dikevî di nav destebêj) ferhengî ne (herwiha gotinên pêşiyan jî tên pejirandin). Em nikarin hemû hevokan tevlî Wikîferhengê bikin, ji ber vê yekê bi ya min peyva biwêj (locution) çêtir e wekî lêkerên biwêjî.--Ghybu (gotûbêj) 14:18, 17 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide

Navê zanistî: girdekî - hûrdekiya herfa pêşîn[biguhêre]

Ji Gotûbêj:Teucrium polium

@Ghybu, Balyozxane, Guherto, û Dûrzan: Merheba hevalino. Herfa pêşîn ya peyvên navzimanî yên navên îlmî divê mîna "Helichrysum angustifolium" bi herfên girdek werin nivîsîn, an wek vê gotarê bi herfên hûrdek bên nivîsîn? -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:11, 11 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide

@Bikarhêner: Scientific names are binomial, having two parts, genus and species, in that order. Genus is always capitalized, species never is..
Li vira cins (genus) Teucrium e ji ber vê yekê tîpa yekem girek tê nîvîsandin.--Ghybu (gotûbêj) 09:10, 11 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide

Belê,di taksonomiyê de navê cins/genûs bi tîpa mezin ên cureyan bi tîpa biçûk dihê nivisandin.Nivisîna "Teucrium polium" rast e.--Dûrzan (gotûbêj) 19:54, 13 kanûna paşîn 2021 (UTC) Ghybu (gotûbêj) 12:24, 15 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Têkildar an têkilî?[biguhêre]

Kîjan çêtir e? Di nav rûplan de herdu beş jî tên bikaranîn. Ghybu (gotûbêj) 13:12, 20 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

P.S. Wîkîferheng:Dîwan/arşîv_2013-2018#Peyvên_têkildar_an_jî_Peyvên_têkilîdar Balyozxane (gotûbêj) 13:18, 20 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Bazinedaçek[biguhêre]

@Balyozxane û Bikarhêner: Silav, em bazinedaçekan çito binivîsin: "a ... b" (sê niqte: ...) an jî "a … b" (nîşan: )? Bnr. Kategorî:Bazinedaçek bi kurdî Ghybu Ghybu (gotûbêj) 05:13, 7 adar 2022 (UTC)Bersiv bide

Hêja @Ghybu: Min fam nekir ku çi ferqa wan heye. Tenê dibînim ku di yê duyem de nuqte nêzîktirî hev in. Tu dikarî ferqa wan îzah bikî ji min re. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:55, 7 adar 2022 (UTC)Bersiv bide