Here naverokê

tarîx

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]
Tewandina tarîx  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tarîx tarîx
Îzafe tarîxa tarîxên
Çemandî tarîxê tarîxan
Nîşandera çemandî tarîxê wan tarîxan
Bangkirin tarîxê tarîxino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tarîxek tarîxin
Îzafe tarîxeke tarîxine
Çemandî tarîxekê tarîxinan

tarîx m

  1. Hedîseyên demên berê.
    Hevmane: dîrok, mêjû
    Tarîx xwe dubare dike.Tiştên ku berê qewimîne dîsan diqewimin.
  2. Ilmê li ser demên berê.
    Hevmane: dîrok, mêjû
    Şerefxanê Bedlîsî wek bavê tarîxa kurdan tê nasîn.
  3. Dema ku tiştek qewimiye yan hatiye kirin.
    Ev name di tarîxa 1.8.2006 de hatiye nivîsîn.
    Tarîxa derketina vê kitêbê ne diyar e.Li ser vê kitêbê nehatiye nivîsîn ka kengî hatiye çapkirin.
    • Lewra ko dema ji xeybê fek bû
      Tarîx hezar û şêst û yek bû
      Îsal gihişte çill û çaran
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Herwiha

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî تَارِيخ (tārīḵ).

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya history a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

tarîx

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina تاریخ (tarîx).