Here naverokê

camekan

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

camekan m

  1. şûşebend, sergen, ref, vîtrîn,
    dolabên şûşeyî yên ku tişt tê de tên berçavkirin
    • 2010, Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, çapa 1ê, Stembol: Lîs, →ISBN, rûpel 79:
      Ez biçim camekanê qelûnekê vexwim û bêm
    • 2007 gulan, Rifat Arya: Zenûn, Diyarname.com:
      Li meydan û sikakên bajêr, bi hişek sar û bi dilekî xeyidî digere yê mayî. Li çavên xelkên ku bêpaxav tên û diçin dinêre, dide ser şopa bêhna ya çûyî ku ji hembêza bajêr derketibû û berê xwe dabû bajarekî din. Carna dîmenek xumamî, ji ya çûyî, di camekanên li hember wî de li ber çavên wî dilîze û serê wî bi lez li pişt wî dizîvire, lê kesek wilo ku hêvî dikir li dû xwe nabîne, çavên wî vekirî xewnan dibînin, hişê wî li xap û xîpên bi kelem werdibe. Divê yek jê re bibêje tu kesek çûyî tune ye ku siya xwe hiştibe li dû xwe.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina camekan
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî camekan camekan
Îzafe camekana camekanên
Çemandî camekanê camekanan
Nîşandera çem. camekanê wan camekanan
Bangkirin camekanê camekanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî camekanek camekanin
Îzafe camekaneke camekanine
Çemandî camekanekê camekaninan

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha farisî جامکن (camekan) ji جامه (camê, caw, cil) کندن (jê kirin, ji ber kirin, ji xwe kirin), avestayî yahme- (bejn, bejnûbal - "y" ya avestayî hemberî "c" ya kurdî/farisî ye), ji zimanên îranî

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

camekan (pirjimar camekanان (camekanan))

  1. camekan, sergen, vîtrîn
  2. pirrjimariya diyar ji peyva cam

Mane

[biguhêre]
  1. camxane, camekan, vitrin
  2. camekan
    araya bir camekan yaptırdımmin camekanek ji bo navberê da çêkirin
  3. li hemaman cihê bicam ku lê kincên xwe vêdixin
  4. berçavk