Here naverokê

Firat

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Serenav

[biguhêre]
Tewandina Firat  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Firat Firat
Îzafe Firatê Firatên
Çemandî Firatî Firatan
Nîşandera çemandî Firatî wan Firatan
Bangkirin Firato Firatino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Firatek Firatin
Îzafe Firatekî Firatine
Çemandî Firatekî Firatinan
Firat (li çepê) û Dîcle (li rastê)

Firat n

  1. (robar) Çemek e ku ji Bakurê Kurdistanê dest pê dike û di Başûr-Rojavaya Kurdistanê û Sûriyê re dibore û li başûrê Iraqê digihe Çemê Dîcle û bi hev re dirije Kendavê.
  2. Navekî lawan e.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Navmiletî. Hevreha soranî فورات (Furat), zazakî Firat, tirkî Fırat, farisî فرات (Furat), erebî الفرات‎ (el-Furat), farisiya navîn Prat, Frat, hexamenişî Ufratu, aramî ܦܪܬ (Piraṭ), akadî Purattu, îbranî פרת (Pirat), elamî ú-ip-ra-tu-iš, ermenî Եփրատ (Epʻrat) (Yêprat), hurrî Puranti, sabarî Uruttu... Navê wî yê îngilîzî Euphrates, fransî Euphrate û navên bi zimanên din yên ewropî bi rêya yûnaniya kevn Εὐφράτης (Euphrátēs) (Êûfratês) ji zimanekê Rojhilata Navîn in.

Wek navê mêran ihtimalen ne ji navê vî çemî ye lê varyanteka navê Ferhadî ye, bi guherandina "d" bi "t" di bin tesîra tirkî de ku "d" li dawiya peyvê qebûl nake û herwiha sivikkirina navî bi avêtina "h" û kurtkirina "e" bi dengê "i".

Binêre herwiha

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara Euphrates a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.