pisûle

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

pisûleyek

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. rênima, cihetnima, cihnîş, qîblename, cihetname, kompas,
    amûrek magnetîk e bo dîtina cihekî
  2. rênima, tezkere, bîrname, not
  3. (mecazî) rênima, her tişta/ê ku mirov pê çareseriya pirsgirêkekê dibîne

Herwiha[biguherîne]

Ji wêjeyê[biguherîne]

Ez ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nahesidim ji ber wî wekî rêberê kurd yê herî naskirî nekariye siyaseteka wisa kurdistanî bimeşîne ko ez bihesidimê. Digel hemî derfetên ko jê re derketin wî nekarî ji qalibê hersê wîlayetên taxa jêrî ya Kurdistanê derkeve û ew di nêv xirûcir û karên îdarî yên wê taxa biçûk de fetisî û hêdî-hêdî pusulaya xwe ya rêberekê stratejîk winda dike. Kurdistan ji wî re taxa jêrî ye û divêt ew bizane ko taxa jêrî taxa jêrî ye û ne Kurdistan hemî ye.

(Arif Zêrevan: Ez li kurdekî digerim ko bihesidimê, Nefel.com, 9/2007)

Ji[biguherîne]

bi rêya tirkî pusula yan erebî بوصلة (bûṣule) ji îtalî bussola, hevreha fransî boussole ji latînî *buxula (sindoqk, qutîk) ji buxum (sindoq, qutî), hevreha yûnaniya kevn πυξίς (pyxís).

Werger[biguherîne]