pafta

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

pafta

  1. parçeyên nexşeyan, pişkên xerîteyan
  2. bizmarê pûl (ku bi taybetî bo xeml û rewşê bi serkel û hefsarê hespan ve datînin)
  3. lewhe, tablo
  4. lekeya mezin
  5. aletê ku di asinan de xaneyan vedike

Herwiha[biguherîne]

Ji wêjeyê[biguherîne]

Şikefta Eshabê Kehf bi qasî 15 km. ji navçeya Licê bi layê başûrê rojava de, li Çiyayê Reqîmê (bilindî 1516 m), bi navekî din, li Çiyayê Sadulkafê li pişta gundê Dêrqamê (Dêra Reqîm) de ye. Ev çiya, di paftayên nexşeya “Harita Genel Müdürlüğü” (Mudirîyeta Giştî ya Xerîtevanîyê) de wekî “Eshab-ı Kehf Dağı” (Çiyayê Eshabê Kehf) tê binavkirin. Di hindek berheman de jî wekî “Çiyayê Reqîm” hatiye nivîsîn. Herwisa, Hesen Hişyar Serdî ku ji gundê Serdê ya li jêrî gundê Dêrqamê ye, di kitêba xwe de dibêje “Girê Dêrqamê” (5). Lêbelê, di sala 1977an de dewletê navê vî çiyayî guhertiye kiriye “İnceburun Dağları” (6). Ev hewldana navguhertinê li polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan û Kurdistanê tam digunce.

(Roşan Lezgîn: Cihê Rastîn Yê Eshabê Kehf, vekolînek e ku hê nehatiye weşandin, 7/2008)

Werger[biguherîne]

Tirkî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

pafta

  1. pafte
  2. bizmarê pûl
  3. deq