Here naverokê

xerîte

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Xerîteyeke dinyayê.

xerîte m

  1. Wêneyê bi dest yan bi kompûterê hatiye çêkirin yê ku sinorên welatan yan herêman nîşan dide.
    Hevmane: nexşe
    Xerîteya cîhanê; xerîta Kurdistanê.
    • 1987, Mehmed Uzun, Mirina Kalekî Rind, Stockholm: Orfeus, →ISBN, rûpel 48:
      Borges di kurte-çîroka xwe «Borges û Ez» de digot; «ez ji saetên qûmê, xarîte, weşanên sedsala hıjdan[sic], tahma qahwe û pexşanên Stevenson hez dikim.»

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina xerîte
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xerîte xerîte
Îzafe xerîteya
xerîta
xerîteyên
xerîtên
Çemandî xerîteyê
xerîtê
xerîteyan
xerîtan
Nîşandera çem. wê xerîteyê
wê xerîtê
wan xerîteyan
wan xerîtan
Bangkirin xerîteyê
xerîtê
xerîteyino
xerîtino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xerîteyek
xerîtek
xerîteyin
xerîtin
Îzafe xerîteyeke
xerîteke
xerîteyine
xerîtine
Çemandî xerîteyekê
xerîtekê
xerîteyinan
xerîtinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Agadarî Van deheyên dawiyê di kurdiya nivîskî de peyva nexşe wek peyveke esilkurdî tê tercihkirin lê di rastiyê de ew ji peyva nexş/neqş e ku bi xwe jî ji erebî ye. Di kurdî de nexş maneyeke din dide loma "xerîte" çêtir e.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji erebî خريطة (xeṛîṭe) ji aramî חרתא (xerta) ji yûnanî χάρτης (chártis) (xartês: 1. perr, kaxez 2. xerîte) ji χαράσσω (xarasos: xîçandin, xîç kirin, nîgar kirin) ji proto-hindûewropî *ǵʰer- (xîç lê kirin, selixandin). χάρτης ya yûnanî bi rêya charta ya latînî herwiha serekaniya peyvên bi maneya "xerîte" yên gelek zimanên ewropî ye jî: carte ya fransî Karte ya almanî, karta ya swêdî, карта (karta) ya rusî... Herwiha kart û kartonên kurdî jî ji heman peyva yûnanî ne.

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya map a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

    Anagram

    [biguhêre]