narinc

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî narinc narinc
Îzafe narinca narincên
Çemandî narincê narincan
Nîşandera çemandî narincê wan narincan
Bangkirin narincê narincino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî narincek narincin
Îzafe narinceke narincine
Çemandî narincekê narincinan
narinc

narinc

  1. tûrinc, pirteqalên tehl / tirş
  2. dara ku wî fêkî dide
  3. rengê pirteqalî, rengê narincî

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Herçi ku didî dimayî heyran
    Narinc û turinc û nar û lîmo
    Nûbaweyê şaxisarê mîno
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Navê zanistî[biguhêre]

[biguhêre]

Jornav[biguhêre]

Têkilî[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Qafiye[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî نارنج(narinc), farisî نارنج(narenc / narinc) ji erebî نارنج(narenc) ji zimanên îranî, bide ber forma din ya farisî نارنگ(nareng) ji sanskrîtî नारङ्ग (narenge) ji tamîlî நரந்தம் (narantam, geşî) + காய் (kāy, mêwe, fêkî).

Heman peyv bi rêya erebî ketiye zimanên ewropî jî û bi wateya pirteqal li gelek deverên dinyayê belav bûye: spanî naranja, portugalî laranja, îtaliya kevn narancia / arancia, provansiya kevn auranja, fransiya kevn orenge, îngilîziya navîn orenge, fransî û îngilîzî orange, almanî Orange û Pome-ranze (li gel Apfelsine), çekî, polonî û gelek zimanên din yên slavî (lê ne rusî) pome-ranč yan peyveka wek wê.

Peyva narinc bi rêya zimanên îranî ketiye erebî lê bi forma xwe ya erebîkirî ve li kurdî û farisî vegeriye. Bo vegerîna peyvan ji erebî bide ber: fisteq, zendîq, mecûsî...

Forma rojhilatî "narinc" li Ewropayê belav bûye lê li aliyekê din peyva rojavayî pirteqal (ji navê Portugalê) li Rojhilata Navîn belav bûye û li wê derê cih li "narinc"ê teng kiriye. Peyva serdest ya bi maneya "pirteqal" li Bakurê Ewropayê Apfelsine (almanî), apelsin (swêdî), апельсин (apêlisîn - rusî) bi maneya sêva Çînê ye.

Werger[biguhêre]