birinc

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  •  IPA(kilîd): /bɪˈɾɪnd͡ʒ/
  • Jihevqetandin: bi·rinc

Navdêr 1[biguhêre]

birinc zayend pêwîst e (z=m: mê, z=n: nêr, z=mn: mê û nêr, z=nt: nêtar)

Libên birincî.
Di Wîkîpediyaya kurdî de gotarek li ser riz heye.
  1. Riz, çeltûk,
    riwekek danî ye ku bo xwarinê têt bikaranîn.
    (bi taybetî girar jê têt çêkirin û dema kelandî bi gelemperî spî ye)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Zayend[biguhêre]

Wek riwek nêr lê wek girar ye.

Bide ber[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji sanskrîtî [Peyv?] व्रीहि (vrihi), têkildarî brizi ya farisiya kevn (برنج, birinc ya farisiya nû), wrijê ya peştûyî û ὄρυζον ya yewnanî, riso ya îtalî, ris ya fransî, Reis ya almanî û rice ya îngilîzî.

Peyva "birinc/riz" ji Hindistanê li dinyayê belav bûye. Hem "birinc" û hem jî "riz" wek peyv ji wê derê hatine girtin. Rêya belavbûnê bi ihtimaleke mezin bo herdu peyvan û herwiha peyva îngilîzî û peyvên din yên ewropî wiha ye:

- BIRINC: Başûrê Hindistanê (bi zimanê tamiliya kevn "arici" > Bakurê Hindistanê (bi sanskrîtî "vrihi") > Ecemistan (farisiya kevn "brizi", farisiya nû "birinc" > Kurdistan (kurdî "birinc") > Tirkiye (tirkiya niha "pirinç"). Zêdebûna dengê "n" li peyvan diyardeyeke nas ya kurdî/farisî ye: tac > tanc, çok > çong...

- RIZ: Başûrê Hindistanê (bi zimanê tamiliya kevn "arici") > Erebistan ("eruz" > "ruz") > Kurdistan "riz".

- RICE ya îngilîzî û peyvên din yên ewropî: Başûrê Hindistanê (bi zimanê tamiliya kevn "arici") > Erebistan ("eruz") > Yûnanistan "oruza") > latînî "oryza" > îtalî "riso" > fransî "riz" > îngilîzî "rice".

Çend çavkanî

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

Sêniyek birincî (2)

birinc nêr

  1. Kanzayek anku madenek ji çingo û sifirî ye.

Etîmolojî[biguhêre]

Serekaniya peyvê nayê zanîn lê bi xwe serekaniya peyva bronze ya îngilîzî û hevwateyên wê yên di zimanên ewropî de ye.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]