Here naverokê

asteng

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina asteng  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî asteng asteng
Îzafe astenga astengên
Çemandî astengê astengan
Nîşandera çemandî astengê wan astengan
Bangkirin astengê astengino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî astengek astengin
Îzafe astengeke astengine
Çemandî astengekê astenginan

asteng m

  1. Tiştê yan kesê rê li pêşveçûnê digire yan dijwar dike.
    Hevmane: berbest, kendûkosp, feşk, teger, pêxem, rêgirî, manî, şek, zehmet

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha farisî آستان (astan) (binêre: asitan) û آستانه (asitanê) (binêre: asitan), ji a- (pêş - binere a-nîn, a-vêtin) + *stan- (rawe-standin, rawe-stîn) ji proto-hindûewropî *steh₂- (rawestîn, sekinîn), ku herwiha serekaniya peyvên kurdî stûn, westandin / westîn, rawestandin / rawestîn, îstgeh... Ji heman rehî bi maneya "rawestîn, sekinîn" avestayî hişteyti, sanskrîtî तिष्ठति (tíṣṭhati), yûnaniya kevn ἵστημι (hístēmi), latînî stō, îngilîzî stand, rusî стоять (stoyati), almanî stehen, danmarkî / norwecî / swêdî stå, albanî shtoj, lîtwanî stóti... Obstacle (asteng) ya înglîzî jî bi rêya fransî ji latînî obstaculum e ku ji bi heman awayê "asteng"a kurdî ji (ob = li pêş +) stō (rawestîn, sekinîn hatiye çêkirin.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya obstacle a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.