Here naverokê

argûn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina argûn  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî argûn argûn
Îzafe argûna argûnên
Çemandî argûnê argûnan
Nîşandera çemandî argûnê wan argûnan
Bangkirin argûnê argûnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî argûnek argûnin
Îzafe argûneke argûnine
Çemandî argûnekê argûninan
argûnek (maneya 1)

argûn m

  1. Cihê agir tê de tê hilkirin di xanî ve (bi taybetî ya di dîwarî re).
    Hevmane: bixêrî, bixêrîk, rocin, şomîne
    • Min xwe dabû ber argûnê û min xwe germ dikir. Befir hê jî lepî lepî dibariya. Jûra me germ bû. — (2022Omer DilsozNeynika Dilî[1], Peywend, r. 33)
    • Argûn û bixêriyên malê hertim ronî û germ bûn. Gulok û xêlekên agirê êzingan ji wan ber bi jor dibûn. Ferşên doraliyên argûnê, ji agirê sor, sor dibûn. Di şevên zivistanan de agirê gur govend digirt. — (2007Mehmed UzunBira Qedere[2], Ithaki, r. 338)
    • Çend gavan ji deriyê şikeftê bi dûr, cihekî ar û argûnê heye, tê de xwelî û çend êzingên reş ên nîvşewitî hene. Bêguman, masîvan, seydvan û nêçîrvan hatine û li şikeftê mane. — (2015Mehmed UzunRonî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê[3], Ithaki Publishing, r. 40)
  2. Cihê agir tê de tê hilkirin ji bo pijandina xwarinê.
    Hevmane: tifik, ocax
    • Beroş, li ser argûnê, bîhna rîx û kuşkura fîrre-fîrre, rasere bîhna zad û goşt didê. — (Bîrnebûn, Gulhez û Xêrxwaz2001Bekir Darı, hj. 14, r. 34)
    • Xecika Heydo jî, ji xwişka xwe ya nû ra li ser argûn şîr germ dikir. — (Bîrnebûn, Nan Sor Nebû2010Mam Recall, hj. 46, r. 76)
    • Av li ser argûnê germ dibe. — (Nûdem, Beşek ji romana BÎRA QEDERÊ1993Mehmet Uzun, hj. 5, r. 23)
  3. Rengê agirî.

Nêzîk

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]