ziman

Ji Wiktionary

ziman (1)

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Kurdî

navdêr, nêr

[biguherîne] Wate

  1. organek nerm e di devî de,
    beşek ji leşê mirov û heywanan yê di devî de ku bo tamkirin, alîstin, daûrandinê û (ji alî mirovan ve) bo axiftinê tê bikaranîn
  2. axiftina miletekî,
    axiftina komekê, miletekî, herêmekê yan welatekî ya ku ji alî pergala xwe ve yek e û ji alî hemî kesên pê diaxivin ve tê famkirin:
    zimanê kurdî, zimanê inglîzî, zimanê erebî
  3. pergala danûstandinê,
    sîstema hemî dengên mirov bi kar tînin daku peyamên xwe bi hev bidin famkirin
  4. danûstandinagotin,
    jest û mîmîkên mirov bi hev re bi kar tînin daku pê peyama xwe bigihînin hev
  5. danûstandina lawiran,
    dengên heywan bi kar tînin daku peyamên xwe bigihînin hev yan kesekî / tiştekî
  6. biwêjên taybet,
    pergala ragihandinê ya hin aliyên taybet:
    zimanê wêjeyê, zimanê kompûteriyê, zimanê leşkeriyê, zimanê gundiyan
  7. şêwazên bikaranîna peyvan:
    zimanê dîplomasiyê
  8. hinêra axiftinê,
    karîna anku şiyana peyivînê:
    bêziman e
  9. şêweyê axiftinê:
    zimanxweş; zimandirêj

[biguherîne] Herwiha

[biguherîne] Tewandî

  • zimanî
  • zimên
  • zimîn

[biguherîne] Bi alfabeyên din

  • kurdî-erebî: زمان

[biguherîne] Ji

Bi avestayî hizwâ-, bi sanskrîtî cihwâ-, bi pehlewî izwân, têkildarî ziwan û zon yên zazakî û zeban ya farisiya nû.

proto-aryayî:
avestayî: hizū- ("ziman")
farisiya kevn: izāvam- ("ziman")
pehlewî: uzvān- ("ziman")
farisî: zebān ("ziman")
belûçî: zuvān ("ziman")
osetî: āwzāg ("ziman") … alfabeya arî
kurmancî: ziman, ezman ("ziman")
soranî: ziman ("ziman")
hewramî: ziwan, zuwan ("ziman")
zazakî: ziwan, zon, zun ("ziman")
sanskrîtî: ǰihvā- ("ziman")
latînî: dingua, lingua ("ziman")
elmanî: Zunge ("zimanê di devî de")
inglîzî: tongue ("zimanê di devî") …
Çavkanî: Horn p.144, Watkins p.21, MacKenzie P.127, Etymonline

[biguherîne]

[biguherîne] Wergerr

1. parçeya goştî ya sor ya di devî de:


2. pergala axiftinê û nivîsînê: