dil
Ji Wiktionary
sembola dilî
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Kurdî
[biguherîne] Wate
- parçeya leşî ya ku li aliyê çepê yê sîngî ye û karê wî hilkişandina xwînê ye
- (mecazî) cihê hestan û evînê:
Dilê min wê dibijîne.
Ma dilê te pê naşewite?! - (mecazî) yar, berdilî:
Tu dilê min î! (Ez pirr ji te hez dikim.) - (mecazî) navend, merkez:
di dilê Kurdistanê de
[biguherîne] Hevwate
[biguherîne] Biwêj
- dil bijandin
- dil girtin
- dil kirin
- dil rabûn
- dil rakirin
- dil sotin
- dil şewitandin
- dil şewitîn
- dilê xwe girtin
[biguherîne] Bi zaravayên kurdî
[biguherîne] Ji
Ji peyvek kevnar ya proto-hindûewropî ye ku herwiha serkaniya dił ya soranî, ﻝﺩ (del) ya farisî,
zerrî ya zazakî, ziride ya avestayî, dird ya farisiya kevin, dil ya farisiya navîn, zird ya partî, zird û dil (ji farisî) ya beluçî, sirt ya ermenî, cordis ya latînî,
сердце (serdçe) ya rûsî, hrdeye ya sanskrîtî, heart ya inglîzî, hjärt ya
swêdî û Herz ya elmanî ye.
Hemû ji awayê *kerd'a hind û ewropî tê. Lê belê peyva dil'î ji farisiya navîn ket kurdî. Bi kurdiya orîjînal ev peyv divê *zird bibû lê nemaye.
- proto-hindûewropî: *kerd- ("dil")
- sanskrîtî: hṛd- ("dil")
- ermenî: sirt ("dil")
- yewnanî: kardiā ("dil")
- latînî: cord ("dil")
- elmanî: Herz ("dil"
- inglîzî: heart ("dil") ...
- Çavkanî: Horn p.127, Watkins p.41, MacKenzie P.126, Etymonline