reng

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reng reng
Îzafe rengê rengên
Çemandî rengî rengan
Nîşandera çemandî rengî wan rengan
Bangkirin rengo rengino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rengek rengin
Îzafe rengekî rengine
Çemandî rengekî renginan
Çend rengên cuda-cuda.
Çend rengên bingehîn û têkiliyên wan bi hev re.

reng nêr

  1. Kesk û sor û zer û spî û reş û taybetiyên din yên ronahiyê.
    Hevmane: lewn, elwan, gon, boyax, sibox
  2. Cûn, cure, şikl.
    • ...lêbelê evana jî bi zevqeke xweş û bi rengeke luks hatibûn raxistin. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 35, ISBN 978-605-2246-80-1)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Rengên kurdî

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

pehlewî: rang ("reng")
farisî: razīdan ("reng dan"), rang ("reng")
belûçî: rajit ("qemirandin"), raxt ("reng dan") … alfabeya arî
peştûyî: rang ("reng")
kurmancî: reng ("reng")
soranî: reng ("reng")
zazakî: reng ("reng")
hewramî: renge ("reng") ...
sanskrîtî: raj- ("reng dan") ...
Çavkanî:
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007, r. 314
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary, Kommissionaer: Munksgaard (København), 1966, r. 120
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959, r. 854

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Daçek[biguhêre]

reng

  1. belkî, dibe ku, ihtimal e ku
    • Û berra kulekek heye jî heye, axleb dû jê diçe, nexwe reng e yek li wir dijî. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 15, ISBN 978-605-2246-80-1)
    • Prof. Dr. Miktad Kadioglu, diyar kir ku sala 1998’an, di nava 1400 salên derbasbûyî de germtirîn sal bû, lê reng e ku dê sala 2007’an germtir be. — (Netkurd.com, 2/2007)
    • Nik me me'lûm e esîr î bêkes î 'aşiq li min
      Bê umîd î xeyrê min zanim ji insan û ji cin
      Reng e min weslek bida te bêdilê hesret-mezin
      Lê reqîb guhdarê ser me şubhê şeytanê recîm
       — (Dîwana Rûhî, Şêx 'Evdirehmanê Axtepî)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji reng ya navdêr, li jor binêrin.

Werger[biguhêre]

Khasiyî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

reng

  1. şax, strû, qiloç, qoç (hestiyê bi serê hin heywanan ve)

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên şax hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]