spî

Ji Wiktionary
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

cilên spî li bûkeke japonî

rengdêr
navdêr, nêr

Wate[biguherîne]

  1. sîs, kever, çûrr, sade,
    rengê berfê,
    rengê mînaberfa paqij yan şîrê paqij
  2. bêreng, tiştên ti reng nînin yan sade ne
  3. çermspî, rengvebûyî,
    mirovên rengzer yan rengvebûyî mîna ewropiyan, ne yên rengreş mîna efrîqiyan
  4. porrê pîran,
    porrê yan pirça mirovên pîr dema ku rengê xwe avêtiye
  5. tîvil yan qelp:
    sêv spî kirin (tîvil ji sêvê vekirin / birrîn / renîn)
  6. heywanokek biçûk ya parazîte ku ji bêmerêziyê peyda dibe û di nav porr û mûyê mirovan û pûrtê heywanan de xwe vedişîre û xwîna wan dimêje

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Biner herwiha[biguherîne]

Bikaranîn[biguherîne]

Lêker:

Navdêr:

Rengdêr:

[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Hevreha spêt ya pehlewî, speête ya avestayî, سفید (sefîd/sifîd) / سپید (sepîd / sipîd) ya farisî, श्वेत (svête) ya sanskrîtî, свет (svêt "ronahî") ya rusî, šviẽsti ("biriqîn, teyisîn") ya lîtwanî, hevreha *hwītaz ya proto-cermenî ku serekaniya white (bixwîne: wayt "spî") ya inglîzî, weiß (bixwîne: vays "spî") ya elmanî, vit (spî) ya swêdî... ji proto-hindûewropî *kwintos (spî) ji *ḱweyt- (biriqîn) (*kw- ya proto-hindûewropî di zimanên arî dibe çv, dûv re sv û taliyê jî sp). Herwiha hevreha spêde ya kurdî ye.

proto-hindûewropî: *kweit-o- ("spî") (di zimanên îranî de kw- ya proto-hindûewropî dibe sp-)

proto-aryayî
avestayî: speête- ("spî")
pehlewî: spêt- ("spî")
farisî: sipêd- ("spî")
belûçî: ispêt- ("spî")
kurmancî: spî ("spî")
soranî: spî ("spî")
zazakî: spî ("spî")
sanskrîtî: śvēt ("spî")
elmanî: weiß ("spî")
inglîzî: white ("spî")

Çavkanî: Horn p.157, Etymonline | Pokorny: 628 - 629

Werger[biguherîne]