avêtin

Ji Wiktionary

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Kurdî

lêker
navdêr,

[biguherîne] Wate

  1. bi tundî ji destê xwe berdan daku li hewa dûr biçe:
    kevir û ber avêtin
  2. tiştek bi alavekê berdan hewa:
    fîşek avêtin
  3. êdî lê nebûn xwedî, bi cih hêlan, dest jê berdan, dev jê berdan:
    Desteyek cilên nû bo xwe kirrî û cilên xwe yên kevn avêtin.
  4. tiştek bi xemsarî berdan:
    Çanteyê xwe avêt erdê û revî.
  5. neçar kirin ku biçe derekê, def dan, han dan:
    Wan em ji malê avêtin derê.
  6. rewşa kesekê/î yan tiştekê/î ji nişkê ve guherrandin (bi taybetî ber bi rewşek xirab ve):
    Ew ji kar hat avêtin.
  7. li erdê dan:
    Herduyan xwe li hev da lê yê mezin yê biçûk zû avêt erdê.
  8. ronahî yan tav dan derekê:
    Rojê di pencereyê re tava xwe diavêt hindirr.
  9. bertekek anku reaksiyonek girtin:
    kerb û kîn avêtin kesekê/î
  10. jidil daxwaz yan hêvî ji kesekê/î kirin:
    xwe avêtin ber piyan / lingan

[biguherîne] Herwiha

[biguherîne] Tewîn

Lêker:

  • [-avêj-]

[biguherîne]

[biguherîne] Wergerr