mîna

Ji Wiktionary

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Kurdî

hoker

[biguherîne] Wate

  1. Peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê:
  2. daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in:
    Mirov û heywan ne mîna hev in.
  3. hokerek e bo diyarkirina ku hin tişt mînak ango nimûne ne ji tiştekî:
    Ew li gelek welatan gerriyaye, mîna Elmanya, Frensa, Swêd û Emerîka.
  4. hokerek e bo diyarkirina sedemê:
    Mîna hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.
  5. girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê:
    Mîna dixwazî, bike. (Tu çawan bixwazî, wisan bike.)
  6. girêdekek e li şûna bi awayê ku:
    Gelo her tişt mîna ku hatiye gotin rast e?
  7. eynî tiştekê/î yan kesekê/î:
    Ew jî tam mîna birayê xwe ye.
  8. bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de:
    Mîna kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
    (Di rastiya xwe de ev hevok dikare bi sê awayan bêt têgihiştin:
    [1] Ji ber ku ez kurd im, ez vê neheqiyê qebûl nakim.
    [2] Mîna ku çawan kurd neheqiya li kurdan qebûl nakin, ez jî neheqiya li gelê xwe [em bibêjin: gelê ereb] qebûl nakim.
    [3] Kurd neheqiyê qebûl dikin lê ez na.)
  9. di dema tiştekê/î de:
    Mîna zarrok, me pirr dilîst. (Dema em zarrok bûn, me pirr dilîst.)

[biguherîne] Herwiha

[biguherîne] Hevwate

[biguherîne] Wergerr

Zimanên din