nola
Ji Wiktionary
Kurdî [biguherîne]
Wate [biguherîne]
- wek, mîna, şibî, fena, eynî,
Peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê, hêzê yan hîkariyê:- daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in:
Mirov û heywan ne nola hev in. - daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt mînak ango nimûne ne ji tiştekî:
Ew li gelek welatan gerriyaye, nola Elmanya, Frensa, Swêd û Emerîka. - daçekek e bo diyarkirina sedemê:
Nola hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm. - girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê:
Nola dixwazî, bike. (Tu çawan bixwazî, wisan bike.) - girêdekek e li şûna bi awayê ku:
Gelo her tişt nola ku hatiye gotin rast e? - eynî tiştekê/î yan kesekê/î:
Ew jî tam nola birayê xwe ye. - bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de:
Nola kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
(Di rastiya xwe de ev hevok dikare bi sê awayan bêt têgihiştin:
[1] Ji ber ku ez kurd im, ez vê neheqiyê qebûl nakim.
[2] Mîna ku çawan kurd neheqiya li kurdan qebûl nakin, ez jî neheqiya li gelê xwe [em bibêjin: gelê ereb] qebûl nakim.
[3] Kurd neheqiyê qebûl dikin lê ez na.) - di dema tiştekê/î de:
Nola zarrok, me pirr dilîst. (Dema em zarrok bûn, me pirr dilîst.)
- daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in: