bi

Ji Wiktionary

Varyantê be'yî herî orijînal e
Bêx: avestayî peit, pehlewî ebeg

daçek

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Wate

1. daçekek bo diyarkirina alavekê / amûrekê / hacetekê:

bi kêrê

bi tirimpêlê

bi destan

2. daçekek e bo diyarkirina alîkariyê:

Hemî karê xwe bi min dide kirin.

3. daçekek e bo diyarkirina nêzîkahiyê:

bi rex min ve

4. daçekek e bo diyarkirina demê:

bi roj

bi şev

bi salan

5. daçekek bo diyarkirina pîvanê:

bi koman

bi kîloyan

bi salan

6. daçekek e bo diyarkirina peydabûna hêdî-hêdî:

yek bi yek

7. daçekek e bo diyarkirina peydabûna berdewam:

roj bi roj

8. daçekek e bo diyarkirina sedemê:

Bi nexweşiya şerpenceyê mir.

9. daçekek e bo diyarkirina yan rêbazê:

Bi xwendinê xwe rehet dike.

10. daçekek e bo diyarkirina awayî yan şêweyî:

Bi destûra wan

11. li gor (gotina / baweriya kesekê/î):

Bi te, divê em çi bikin?

12. sondxwarin:

Bi Xwedê

bi serê te

[biguherîne] Serbixwe

'Dema daçeka bi serbixwe (ango bêyî nomînan) tê bikaranîn, ew ye:

  • pê çûn: bi wê çûn

[biguherîne] Ji

Bi avestayî peit, bi pehlewî ebeg, bi zazakî û soranî be.

[biguherîne] Dijwate

[biguherîne] Daçekên kurdî

Binere: bi-

Ji "http://ku.wiktionary.org/wiki/bi" hatiye standin.