jîn

Ji Wiktionary

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Kurdî

[biguherîne] Wate

lêker

  1. li jiyanê bûn / man:
    Dapîra wî sed û du salan jiya.
  2. jiyan domandin:
    Tevî hemî kuştaran jî Neteweya Kurd her dijî.
  3. mal li derekê hebûn:
    Ew li Ewropayê dijî.
  4. debara jiyana xwe kirin:
    Ger tu bêkar bimînî, dê çawan bijî?
  5. zewq ji jiyanê wergertin:
    Bi rastî ew dizanin çawan xweş bijîn.
  6. berdewam bûn:
    Ew miriye lê romanên wî her dijîn.


navdêr,

  1. rewşa piştî welidînê û berî mirinê
  2. can, ruh:
    jiyana xwe ji dest dan (mirin)
  3. hemî dema ku kesek sax e:
    Hemî jiyana xwe me xweşî nedîtiye.
  4. tiştên dijîn bi hev re:
    Ew pisporê jiyana şêran e.
  5. hemî dema tiştek dixebite yan tê bikaranîn:
    Jiyana van lampeyan ne dirêj e.
  6. awayek yan parçeyek ji jiyanekê:
    jiyana kurdan ya civakî
    jiyana min ya li derveyî welat
  7. çalakî, aktîvîte:
    Ev bajarr bi şev jî tijî jiyan e.
  8. xweşî, rehetî:
    Me ti jiyan nîne.
  9. awayê jînê:
    Pirraniya mirovên vî bajarrî jiyanek dijwar dijîn.
  10. jiyanname, biyografî
    hemî bûyerên giring yên jiyana kesekê/î
    (bi taybetî dema tê nivîsîn): Wî pirtûka "Jiyana Celadet Alî Bedirxan" nivîsiye.
  11. mijara berhemek hunerî:
    Helbestên wê li ser jiyanê ne.

[biguherîne] Herwiha

[biguherîne] Tewîn

Lêker:

  • [-jî-]

[biguherîne] Hevwate

Navdêr:

[biguherîne] Biwêj

  • jiyan(a xwe) ji dest dan: mirin

[biguherîne] Ji

Têkildarî (navdêr) û jiyan

avestayî: jwa- ("jîn")
farisiya kevn: jīw- ("jîn")
parsî: jyw- ("jîn")
pehlewî: zyw- ("jîn")
harezmî: zyw- ("jîn")
sogdî: zw- ("jîn")
farisî: zīy- ("jîn")
peştûyî: žwak- ("jîn") … alfabeya arî
kurmancî: jîn ("jîn")
soranî: jîn ("jîn")
hewramî: jîwa- ("jîn")
zazakî: ciwayen ("jîn")
sanskrîtî: jīv- ("jîn")
latînî: vīvo ("jîn")
yewnanî: bio- ("jiyan")
inglîziya kevn: cwic ("lez")
inglîzî: quick ("lez") ...
Çavkanî: Cheung p.222, Watkins p.33, Etymonline
Hem-rıstım: jîndar, zindî

[biguherîne]

[biguherîne] Wergerr

Lêker:


Navdêr:

Zimanên din