a

Ji Wiktionary

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Kurdî

[biguherîne] Wate

  1. yekem tîpa û yekem dengdêra alfabeya kurdî ye û nîşana dengek dirêj e
  2. ax!, ox!, of!, oy!, wey!, ey! heyha! weyla!: A çi hewayek xweş e! 'Ax çi rojek xweş e!' A çi zalim e! 'Wey çend zordar e!'
  3. e, erê, belê, bersiva erênî
  4. 'Çi?' ’(Min nebihîst ka) te çi got?'
  5. li şûna peyvên yekjimar yên zayendmê yên diyar: A min sor e 'Sêva min sor e.'
  6. li şûna navdêrên zayendmê daku navdêr neyê dubarekirin: Roj a wan e 'Roj roja wan e.'
  7. dikeve navbera du diyarkeran yên ku li dû peyvek yekjimar ya zayendmê tên: pirtûka sor a li erdê
  8. li şûna "ew tişta (ku)": A ku wî got, me ji mêj ve dizanî 'Ew tişt, ya ku wî got, me ji mêj ve dizanî.'
  9. ji çend kesan yan tiştan yeke diyar ya zayendmê: Du keç bûn. A bejndirêj pirçreş bû 'Du keç bûn. Keça bejndirêj pirçreş bû.' Sê kes bûn: yek şabanû, yek dotmîr û yek jî xidam. Navê a xidam Xecê bû 'Navê xidamê Xecê bû.'
  10. bi gotina, li gor gotina, bi şîreta, li gor şîreta, li gor pêşniyaza: Ger bi a min bikî, qet ji vir naçî.
  11. di hin devokan de dikeve pey kirdeyên / subjeyên yekjimar yên zayendmê û wateya berdewamiya kirinê didiyê: Xezal a dinivîse 'Xezal aniha / vê gavê / vê kêlîkê dinivîse.' Ez a dixwim 'Ez li ser xwarinê me.' Tu a dixwînî 'Tu tam vê bîskê / kêlîkê dixwînî.' Ew a dipêje 'Ew aniha dipêje.'
  12. di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa yekjimar ya dema nihoyî de bo kirdeyên yekjimar yên zayendmê dide: Jiyan a li malê 'Jiyan li malê ye.' Ez a li malê nînim 'Ez ne li malê me.'
  13. di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) yekjimar yên zayendmê zêde dibe: Min ew kitêb a kirriye 'Min ew pirtûk kirriye.' Bo navdêrên / cînavên yekjimar yên zayendnêr binere: ê.
  14. di hin devokan de li şûna "e" ya forma dema nihoyî ji lêkera "bûn" bo cînava sêyem ya yekjimar: Ew mezin a 'Ew mezin e.'
  15. destpêk: Ji a ta z 'ji destpêkê ta dawiyê', 'ji serî ta binî'
  16. bijare, herî baş: Ev hêk kalîte A ne 'Ev hêk yên herî baş in.' 'Ev hêk yên bijare ne.'
  17. kurtebêjeya van peyvan: amper, ar.

[biguherîne] Bide ber

[biguherîne] a-, -a, -a-





[biguherîne] Inglîzî

[biguherîne] Wate

  1. -ek, -yek, yek:
    a book (pirtûkek, kitêbek)
    a table (maseyek)

[biguherîne] Nêzîk

[biguherîne] Têkildar

[biguherîne] Bide ber




[biguherîne] Somerî

navdêr

[biguherîne] Wate

  1. av




[biguherîne] Latînî

[biguherîne] Wate

  1. Kurtenavî anno, yanî sal

[biguherîne] Tîpên alfabeya kurdî-latînî

Girek
A | B | C | Ç | D | E | Ê | F | G | H | I | Π| J | K | L | M | N | O | P | Q | R | S | Ş | T | U | Û | V | W | X | Y | Z

Hûrek
a | b | c | ç | d | e | ê | f | g | h | i | î | j | k | l | m | n | o | p | q | r | s | ş | t | u | û | v | w | x | y | z

Ji "http://ku.wiktionary.org/wiki/a" hatiye standin.