ê
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Kurdî (kurmancî)
[biguherîne] Wate
- heftem tîpa û sêyem dengdêra alfabeya kurdî ye û nîşana dengek dirêj e
- li şûna peyvên yekjimar yên zayendnêr yên diyar:
Ê min giran e (Barê min giran e.) - li şûna navdêrên zayendnêr daku navdêr neyê dubarekirin:
Kar ê wan e (Kar karê wan e.) - dikeve navbera du diyarkeran yên ku li dû peyvek yekjimar ya zayendnêr tên:
Saqoyê reş ê li erdê - li şûna "ew tiştê (ku)":
Ê got wî got, me ji mêj ve dizanî (Ew tişt, yê ku wî got, me ji mêj ve dizanî.) - ji çend kesan yan tiştan yekî diyar yê zayendnêr:
Du kurr bûn. Ê bejndirêj pirçreş bû (Du keç bûn. Keça bejndirêj pirçreş bû.)
Sê kes bûn: yek mîr, yek kurrmîr û yek jî xulam. Navê ê xulam Xelîl bû (Navê xulamî Xelîl bû.) - dê, wê, peyvikek alîkar dikeve gel lêkerên tewandî û diyar dike ku bûyerek dê di pêşerojê anku dema bêt de biqewime:
Ez ê sibê biçim.
Ew ê sala bêt bigihe vir.
Dema mezin bibî, tu ê ji bîr bikî. - peyvikek e tê gotin dema kesa/ê diaxive piçekê radiweste û difikire berî ku axftina xwe bidomîne:
Navê wî... êêê... Azad bû, ...êêê, ... kurrê Ehmedî bû.' - peyvikek e kesa/ê guhdar dibêje bi armanca diyarkirina hindê ku guh dide axiftinê yan dixwaze kesa/ê diaxive gotina xwe bidomîne:
- Ez çûm Kurdistanê...
- Êêê...
- û li gelek bajarran gerriyam. - di hin devokan de dikeve pey kirdeyên anku subjeyên yekjimar yên zayendnêr û wateya berdewamiya kirinê didiyê:
Cemal ê dinivîse 'Cemal aniha / vê gavê / vê kêlîkê dinivîse.)
Ez ê dixwim (Ez li ser xwarinê me. = yê dibêje kurr / zelam e)
Tu ê dixwînî (Tu tam vê bîskê / kêlîkê dixwînî. = yê dixwîne kurr / zelam e)
Ew ê dibêje (Ew aniha dibêje. = yê dibêje nêr e) - di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa yekjimar ya dema nihoyî de bo kirdeyên yekjimar yên zayendnêr dide:
Azad ê li malê (Azad li malê ye.)
Ez ê li malê nînim (Ez ne li malê me.) - di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) yekjimar yên zayendnêr zêde dibe: Min ew qapût ê kirriye (Min ew saqo kirriye.)
- di hin devokan de li şûna "Î" ya forma dema nihoyî ji lêkera "bûn" bo cînavê duyem yê yekjimar:
Tu çawan ê (Ew çawan î)
[biguherîne] Herwiha
[biguherîne] Bide ber
[biguherîne] Tîpên alfabeya kurdî-latînî
|
Girek |
Hûrek |