bûn
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Kurdî
[biguherîne] Wate
- rewşa berdewam ya kesekî yan tiştekî diyar dike:
Ez kurd im.
Tu kî yî?
Ew mamoste bû? - guherrîna rewşê diyar dike:
Ew kengî bû mamoste? - welidîn, ji dayik bûn:
Kurrê te kengî bûye?
[biguherîne] Dema niho
[biguherîne] Statîk
1. Piştî dengdarekê: Dema peyva berî wê bi tîpek dengdar bi dawî tê:
- Ez ... im
- Tu ... î
- Ew ... e
- Em ... in
- Hûn ... in
- Ew ... in
Nimûne:
- Ez Azad im.
- Tu heval î.
- Ew cîran e.
- Em kurd in.
- Hûn baş in?
- Ew şivan in.
2. Piştî dengderekê: Dema peyva berî wê bi tîpek dengder bi dawî tê:
- Ez ... me
- Tu ... yî
- Ew ... ye
- Em ... ne
- Hûn ... ne
- Ew ... ne
Nimûne:
- Ez ne mamoste me.
- Tu hêja yî.
- Ew kî ye?
- Em gundî ne.
- Hûn ji kû ne?
- Ew çi ne?
[biguherîne] Dînamîk
1. berî peyva serekî:
- Ez dibim ...
- Tu dibî ...
- Ew dibe ...
- Em dibin ...
- Hûn dibin ...
- Ew dibin ...
Nimûne:
- Ez dibim mamoste.
- Tu dibî mamoste.
- Ew dibe mamoste.
- Em dibin mamoste.
- Hûn dibin mamoste.
- Ew dibin mamoste.
2. Li dû peyva serekî:
- Ez ... dibim
- Tu ... dibî
- Ew ... dibe
- Em ... dibin
- Hûn .... dibin
- Ew ... dibin
Nimûne:
- Ez mezin dibim
- Tu mezin dibî
- Ew mezin dibe
- Em mezin dibin
- Hûn mezin dibin
- Ew mezin dibin
[biguherîne] Ji
- proto-hindûewropî: *bheu- ("bûn")
- proto-aryayî:*bau- ("bûn")
Çavkanî: Cheung p.17, Watkins p.11, Etymonline | Pokorny: 146 f.
[biguherîne] Jê
[biguherîne] Wergerr
1. rewşa berdewam:
|
|
2. rewşa guherrbar:
3. welidîn, ji dayik bûn: