-a
Ji Wiktionary
Kurdî [biguherîne]
Wate [biguherîne]
- paşbendikek e bo peyvên yekjimar yên zayendmê dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt: keça wê, jina Elî, pirtûka kevn, guleka sor, dareka stûr
- dikeve dû hin peyvan û wateya "wê..., ya ku" didiyê: cara, dema, bîska, gava,
kêlîka, sala, wexta: Dema ez şiyar bûm, ew hinda bûbû 'Wê demê, ya ku ez şiyar bûm, ew hinda bûbû.'
- di zimanê devkî de paşbendika pirrjimariyê ye dema peyv serbixwe be (ango ti nomîn li dû wê neyên): Du pirtûka bîne lê pênûsa li wir bihêle 'Du pirtûkan bîne lê pênûsan li wir bihêle.'
bn -an.
- di zimanê devkî de paşbendika pirrjimariyê ya dikeve pey cînavên diyarker dema ew li pêş peyvên pirrjimar yên tewandî bin: eva sêva yan va sêva 'van sêvan', ewa xoxa yan wa xoxa 'wan xoxan'.
bn -an.
- di hin devokan de dikeve dû peyva zayendmê ya li pey cînava "ev": Ev pirtûka xweş e 'Ev pirtûk xweş e.' Li gor hin devokan heman riste dikare wiha jî bêt got: Ev pirtûke xweş e / Ev pirtûka han xweş e / Ev pirtûka ha xweş e / Ev pirtûka he xweş e / Ev pirtûka hanê xweş e / Ev pirtûka henê xweş e.
- paşbendikek e hin peyvên nû pê hatine çêkirin ku wateya "ya / yê (pirr baş) tiştekî dizane" dide: beza, fehma, xwenda, zana. Bo wateya van peyvan, di ferhengê de li wan bigerre.
- xwedî-, ya/yê tiştek heye: axa: xwedîax, xwedîerd, yê ax / erd heye
- pê hin navên jinan ji yên zelaman tên çêkirin:
Fehîm > Fehîma, Hisên > Hisna, Kerîm > Kerîma û hwd.